Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serî li rayedaran dan

Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li rayedaran dan.

Birayê Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê Ocalan Mazlum Dînç ji bo biçin Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin, bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.

Malbatên 3 girtiyên din ên li Îmraliyê Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysel Aktaş jî, bi heman armancê bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.

Malbat herî dawî di 5’ê Hezîranê de, çûbûn hevdîtinê.