Malbata mamosteyê girtî: Bila ev bê hiqûqî bidawî be
Malbata mamosteyê girtî: Bila ev bê hiqûqî bidawî be
Malbata mamosteyê girtî: Bila ev bê hiqûqî bidawî be
Hevsera Yusuf Demîr ku mamosteye û bi îdiaya ‘endamê rêxistina terorê ye’ hatiye girtin, Sevgî Demîr diyar kir ku ligel ku komplo li hevserê wî hatiye kirin, pêvajoya hiqûqî destpê nekiriye. Di dosyaya sûc ya Yusuf Demîr de ‘Tevlibûna çalakiyên ku pergala perwerdehiyê protesto dike û kesên di cînayetên kar de mirine’ cih digire.
Yusuf Demîr, endamekî aktîf yê Şaxa hejmar 7 a KESK’ê ya Stenbolê bû. 33 salî bû. Mamosteyê seretayî bû. Nûnerê berê yê Egîtîm Sen a Dêrsîmê bû. Ji 16’ê cotmeha 2012’an heta niha bi îdiaya ‘ endamê rêxistina TKP-ML ye û li ser xwe teqemenî gerandiye’ hat girtin. Her wiha hinek pirtûk û CD’yên fîlm jî wek hêmayên sûc hatin dîtin. 3’emîn danişîna doza Demîr dê di 19’ê îlonê de bê dîtin. Keça wî Nora, roja ku bavê hatiye girtin, welidiye.
Em bi hevsera Yusuf Demîr, Sevgî Demîr û dayika wî Kumru Demîr re axivîn...
'4 SAETAN DI EREZIYEKE VALA DE HATIN GIRTIN’
Sevgî Demîr ya 29 salî jî ku kedkara cemaweriye, pêvajoya binçavkirina hevserê xwe wiha got: “Yusuf di 16 comtehê de ji bo nan bikire, derket derve û li der hat derbkirin û xistin wesayîtekê. 4 saetan li ereziyeke vala hat sekinandin. Ez jî li bende wî bûm. Çend saet şûnde bi ser mala me de girtin û lêgerîn kirin. Gelek caran ji ber faliyetên sendîkayê bi ser mala me de girtibûn. Me jî got tiştekî wisa ye. Hemû pirtûkên me hatin desteserkirin. CD’yên fîlm û muzîkan hate desteserkirin. 4 rojan Yusuf di binçavan de ma.”
Yusuf Demîr piştî îfade ya xwe ya dozgeriyê, di 19’ê cotmeha 2012’an de hat girtin. Sevgî Demîr çalakiyên ji bo ‘endamtiya rêxistina derveyê qanûnê’ yên li dosyayê hatine bicihkirin wiha rêz kir: Çalakiya li dijî pergela perwerdehiya 4+4+4, çalakiya jib o 11 karkerên di înşata Parqa Marmarayê ya Esenyurtê, çalakiya piştgiriya bo greva kedkarên tenduristiyê.”
Demîr da zanîn ku roja hevserê wê hatiye girtin, keça wê hatiye dinê û wiha got: “Hevserê min her tim mafê bindestan diparast. Em malbateke kurd-elewine. Navê keça min Emeniye. Nora, bi ermenî Ronahiye.”
KEÇA MIN GIRTÎGEH PIR ZÛ NAS KIR
Demîr got keça wê jî di bin bandora girtina bavê xwe de maye û got: “Rayederên girtîgehê muameleya xerab li me kirin. Keça min bê bav hat dinê, di rojên hevdîtinan de jî enfeksiyon girt. Girtîgehên Tirkiyeyê pir zû nas kir. Hêj salek xwe tije nekir, lê bi pêkûtiyên xerab re rû bi rû hat. Nedihiştin em bîberona wê bigirin hundir.”
LIGEL ÎFADEYA XWE VEKIŞAND JÎ
Demîr da zanîn ku heta îdianame neyê aşkerakirin nedizanibû ji çi tên darizandin û di dosyayê de biryara veşariyê hebû. Demîr da zanîn ku ligel ku biryara veşariyê ya dosyayê hebû çapemeniya tirk nûçe serwis kirin û got der barê hevserê wî de polîtîkayên reşkirinê hatine meşandin û got: “Li gorî îdiayên kesê ku madeyên teqemeniyê li mala wî hatine dîtin, ev amûr ji aliyê hevserê min ve hatine birin. Li aliyê din der barê Yusuf de tu delîl tune. Tu rêça tiliyan, hevdîtina telefonê û wêne nîne. Hemû senaryoye. Qurba jî Yusuf e.
Yusuf mamosteyeke şoreger, demokrat û ronakbîr bû. Di salên zanîngehê de di faliyetên sendîkal de cih girt. Yusuf ligel perwerdehiya bê pere û perwerdehiya zimanê dayikê bû. Zarokên malbatên xizan perwerde dikir. Li dibistanê gelek dihat hezkirin.”
ÇAPEMENIYA TIRK DI DEWRÊ DE YE, MAMOSTEYÊ BOMBEVAN!
Demîr da zanîn ku ew edeletê dixwaze û got: “Çapmeniya tirk nûçeyên derew diweşîne. Hevserê min wek ‘mamosteyê bombevan’hat nîşandan. Em ji bo ku hatin mexdurkirin, dê li patronên çepemeniyê dozê vekin.
DAYI DEMÎR: EZ LI BENDE AGAHIYA WELIDINÊ BÛM LÊ...
Dayika Demîr, Kumru Demîr jî wiha got: “Kurê min her tim serbilind jiya. Ez dayikim. Ez li bende agahiya welidina neviya xwe bûm. Lê min agahiya girtina kurê xwe girt. Dema kurê min di bin çavan de bû, ez çûm Qerekolê li kurê xwe geriyam. Ji min re gotin tu ji ku derê ye. Ji min re gotin kesekî wisa li Qerekolê nîne. Ez dixwazim kurê min bê berdan. Kurê min bê sûc e. Sûcê zarokên min tune. “
Malbata Demîr, bang li hemû kesî kir ku tevli danişîna doza Demîr ya di 19’ê îlonê de li Edliyeya Çaglayanê pêk tê bibe.