Malbata Kartal: Ji bo berdanê me 23 caran serî li wezaretê dan

Girtiyê nexweş Vefa Kartal di 30'ê Gulana 2020'an de li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê jiyana xwe ji dest da. Malbata Kartal diyar kir ku ji ber vîrûsa koronayê ji bo berdana wî 23 caran serî li Wezareta Edaletê dane.

Rewşa girtiyên nexweş ne xema dewletê ye, lewma her roj li girtîgehan mirov jiyana xwe ji dest didin. Piştî girtiyê nexweş Sabrî Kaya, di 30'ê Gulana 2020'an de jî Vefa Kartal ê ku bi nexweşiyên; tansiyona bilind, Hepatît B, ulser û nexweşiyên rovî bû û di lîsteya girtiyên bi nexweşiya giran de bû, jiyana xwe ji dest da. Malbata Kartal nerazîbûneke mezin nîşanî vê yekê da û ji ANF'ê re axivî.

Malbata Kartal ji bo cenazeyê Vefa Kartal bibe Manîsayê ji Nexweşxaneya Zanîngeha Trakyayê wergirt. Malbatê diyar kir ku Vefa Kartal 24 sal bû ku bi gelek nexweşiyan bû û bi zanebûn di nava lepên mirinê de hate hiştin. Malbatê ragihand ku di dema şewbê de ji bo berdana Vefa Kartal 23 caran wan serî li Wezareta Edaletê dan, lê belê kes bi berpirsyarî tevnegeriyan.

Malbata Kartal bi bîr xist ku sala 2018'an Kartal ji ber binpêkirina mafê tedawiyê li Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê ji bo 96 rojan kete rojiya mirinê û destnîşan kir, piştre sewqî Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê hate kirin, lê belê şert û mercên jiyanê lê hîn girantir kirin. Malbatê diyar kir ku ji ber şewbê ji Adarê û pê ve wan nekarî Vefa Kartal bibînin û destnîşan kir ku dewletê Vefa Kartal li pêş çavên mirovan di nava lepê mirinê de hiştiye.

Hate ragihandin ku cenazeyê Vefa Kartal wê li Manîsayê li kêleka gora dayika xwe Refîka Kartal bê veşartin.