Malbata Fîdan Dogan li Strasbourgê serdanan qebûl dike
Malbata Fîdan Dogan li Strasbourgê serdanan qebûl dike
Malbata Fîdan Dogan li Strasbourgê serdanan qebûl dike
Malbata yek ji 3 jinên Kurd yên li Parîsê hatî qetilkirin Fîdan Dogan li bajarê Fransa Strasbourgê serdanên sersaxiyê qebûl dike.
Dawiya hefteyê tevî hevalên Fîdan ên zarokatiyê, yên dibistanê, xebatê û yên têkoşînê bi sedan kes çûn serdana malbatê.
Alîkarê şaredarê Strasbourgê û Parlementerê Partiya Sosyalîst Philippe Bies jî, ji malbatê re sersaxî xwestin.
Herwiha gelek nûnerên partiya Komunist a Fransayê, nûnerên Tevgera Aştiyê ya Cîhanê û Partiya Hawirdora Alsace a Komunîst jî çûn serdana malbata Dogan.
Dîsa endamên Konfederasyona Karkerên Tirkiyê yên li Ewrûpayê, Konfederasyona Xelkên Demokratîk ên li Ewrûpayê, Federasyona Komeleyên Karkerên Demokratîk û nûnerên saziyên Çepgir jî, di serdanê de amade bûn.