Malbata Abdullah Ocalan xwest 'bi lez' serdana Îmraliyê bike

Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî erdheja li Gemlîkê serlêdan kir û xwest 'bi lez' biçe Îmraliyê.

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Alî Konar birayê Omer Hayrî Konar, Polat Yildirim birayê Hamîlî Yildirim û Melîhe Çetîn xwişka Veysî Aktaş jî bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Malbatan di serlêdanê de bi bîr xistin ku 4'ê Kanûnê li peravên Mûdanyayê bi mezinahiya 5.1 pileyî erdhej pêk hat û xwestin ku xizmên xwe Abdullah Ocalan, Yildirim, Konar û Aktaş bibînin.

Di serlêdanê de hate gotin, "Ji roja erdhejên 6’ê Sibata 2023’yan heta niha li ser erdheja Marmarayê tê axaftin û vê rewşê li ber fikarên mezin vekiriye. Girava Îmraliyê jî li ser xeta fayê ya vê erdhejê ye. Hem ji ber erdhejên çêbûn hem jî ji ber erdheja Marmarayê malbat dixwazin bi awayekî lezgîn bi xizmên xwe re hevdîtinê bikin."