Emîne Şenyaşar ku bi êrîşa zêrevan û xizmên wekîlê AKP'ê hevserê wê Hacî Esvet Şenyaşar û zarokên wê Adil û Celal hatin kuştin, li gel kurê xwe Ferît ku ji êrîşê sax filîtî ev 10 roj in bi daxwaza 'dad'ê çalakiya rûniştinê dike.
Malbaa Şenyaşar li ser Twîtterê daxuyanî da û got,''Li Nexweşxaneya Pirsûsê em kuştin. Wekîl Yildiz zextê li ser darazê dike û tê xwestin bi rêya darazê komkujiyeke dî bikin. Em ê dev ji têkoşîna xwe ya dadê neqerin. Ên ku dengê me bilind dikin, em wan slav dikin.''
Çalakiya malbatê ya li ber Edliyeya Rihayê didome.