Malbata Şenyaşar: Edaleta ku dereng were, ne tu edalet e

Malbata Şenyaşar a ku 805 roj in berxwedana xwe didomîne, peyama ‘Edaleta ku dereng were, ne edalet e’ da.

Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar ku ji 9’ê Adara 2021’an ve didome, di roja 805’emîn de li ber Edliyeya Rihayê berdewam kir. 

Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ji mala xwe ya li Pirsûsê hatin ber Edliyeya Rihayê û dest bi nobeta xwe krin. 

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar diyar kir ku ew têkoşîna edaletê li Enqereyê didomîne û îro ji bo piştevaniya dayika xwe hatiye ber Edliyeya Rihayê. Şenyaşar da zanîn ku têkoşîna wan a edaletê di roja 805’emîn de berdewam dike û got: “5 sal in em ji bo edaletê têdikoşin. Em li ber qesra edaletê ku edalet lê winda ye, têkoşîna xwe didomînin. Ez ê ji niha şûn ve têkoşîna xwe ya edaletê li Enqereyê bidomînim. Dayika min jî heta ku edalet were wê li ber Edliyeya Rihayê nobeda xwe bidomîne. Duh Wezîrê Edaletê guherî. Yilmaz Tunç bû Wezîrê Edaletê yê nû. Banga me ji bo wî ev e; bila pîrozbahiyan qebûl neke, li tevahiya welat bêedaletî heye. Li Tirkiyeyê hiqûqa serdestan heye. Ev bêedaletiya herî zêde xwe li ber Edliyeya Rihayê nîşan dide. Berê me bi gelek rayedaran re hevdîtin kirin û gotin, ‘wextê ku dema wê hat wê rastî derkevin holê."

Şenyaşar xwest ku doza qetlîamê ku didomîne bi encam bibe û wiha got: “Êdî bila her kes wezîfeya xwe bi cih bîne. Hemû rastî li holê ne. Tê gotin ku dîmenên kameraya nexweşxaneyê hatine dizîn. Em dibêjin dîmen hene û em dizanin ku di arşîva dewletê de ne. Her kesê ku li pêşiya rastiyan dibe astengdar şirîkê vî sûcî ye. Heke Wezîrê Edaletê yê nû tişta pêwîst bi cih neyîne, ez û dayika xwe em ê vê pankarta ku me li vir daliqandiye em ê li Meclisa Enqereyê daliqînin. Em ê li ber deriyê Wezareta Edaletê daliqînin. Edaleta ku dereng were, ne tu edalet e.”