Malbata Şenyaşar: Daraza Tirk li gorî kesan û statuyê dixebite

Malbata Şenyaşar a ku têkoşîna xwe ya edaletê didomîne diyar kir ku daraza Tirk li gorî kesan û statuyê darizandinê dike.

Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de parêzvan û xizmên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz hevjîn û du kurê Emîne Şenyaşar qetil kiribûn. Emîne Şenyaşar tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku di êrîşê de birîndar bûbû dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakî di roja 568’an de didome. Ji ber nexweşiyên xwe Emîne Şenyaşar çalakiya nobetê li mala xwe domand,  Ferît Şenyaşar jî di destê sibehê de hate pêşiya edliyeya Rihayê.

Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî jî got “Dayê îro ji ber nexweşiyên xwe nobeta xwe li malê didomîne. Li cihê nobetê jî tejika ku ew li ser rûdinişt û peyva edaletê hene. Li kêleka wê jî deriyê edaletê heye. Di nava wê de jî dozgerên ku darizandinê li gorî kesan û statuyê dikin hene.”