Malbat û parêzerên Rêberê Gelê Kurd ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan

Parêzer û malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin hevdîtinê bikin serî li dozgeriyê dan.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Raziye Ozturk, Rezan Sarica, Îbrahîm Bîlmez û Serbay Koklu ji bo karibin sibe muwekîlê xwe bibîni serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Birayê Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç jî ji bo bi wesîleya sala nû biçin Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Ji girtiyên din ên li Îmraliyê biryarê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn bi rêya parêzerên xwe ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan.