Malbat sibe diçin Îmraliyê

Malbat sibe diçin Îmraliyê

Serlêdana malbatên girtiyên ji doza PKK’ê Cûmalî Karsû, Şêxmûs Poyraz û Hasbî Aydemîr yên li Îmraliyê hate qebûlkirin. Hate hînbûn ku, malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serlêdan nekiriye.

Malbatên girtiyên ji doza PKK’ê Cûmalî Karsû, Şêxmûs Poyraz û Hasbî Aydemîr yên li Girtîgeha Tîpa F ya Ewlekariya wê Bilind ya Îmraliyê dimînin, bi rêya parêzerên xwe serlêdana hevdîtinê kirin û serlêdan hate pejirandin. Ger çi pirsgirêk dernekevin dê sibe malbat biçine Gemlîka Bûrsayê, piştî karûbarê li wir çav lê ye ku ber bi Girava Îmraliyê ve biçin. Herî dawî roja 14’ê Çileyê serlêdanên birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan, dayîka Bayram Kaymaz Medîne Kaymaz û xwişka Cûmalî Karsû Pervîn Odûncû hatibû qebûlkirin û çûbûn Girava Îmralî.

Li aliyê din hate hînbûn ku, malbata Ocalan serlêdana hevdîtinê nekiriye. Weke din li rexmê ku parêzerên Ocalan bi israr daxwaza hevdîtinê dikin, ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve serlêdan tên red kirin.