Malbat ji Girava Îmraliyê vegeriyan
Malbat ji Girava Îmraliyê vegeriyan
Malbat ji Girava Îmraliyê vegeriyan
Mabatên girtiyên ji doza PKK'ê girtî Cûmalî Karsû, Şêxmûs Poyraz û Hasbî Aydemîr ji bo bi zarokên xwe re hevditinê bikin çûn Girava Îmraliyê û di demjimêrên êvarê de vegeriyan.
Girtîgeha Tîpa F ya Girava Îmraliyê li gel Rêbere Gelê Kurd Abdullan Ocalan 5 girtiyên din ên ji doza PKK'ê girtî dimînin. Malbatên girtiyên ji doza PKK'ê Cûmalî Karsû, Şêxmûs Poyraz û Hasbî Aydemîr ku di girtîgeha Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî têde dimîne ji bo bi zarokên xwe re hevdîtinê bikin ber bi Girava Îmraliyê ve birê ketin. Dayîka Şêxmûs Poyraz Wezîre Poyraz û xwişka wî Felek Poyraz, birayê Cûmali Karsû Ramazan Karsû û birayê Hasbî Aydemîr Haşim Aydemîr serê sibê hatin Fermandariya Cendirmeyan ya Gemlikê, piştî karên fermî bi keştiyê ber bi Îmraliyê ve bi rê ketin. Malbat piştî çûn Îmraliyê di demjimêrên êvarê de ji Girava Îmraliyê vegeriyan.
Hat zanîn ku, dayîka Şêxmûs Poyraz Wezîre Poyraz û xwişka wî Felek Poyraz û birayê Cûmalî Karsû Ramazan Karsû hevdîtin pêk anîn. Lê birayê Hasbi Aydemîr Haşim Aydemîr ji ber dema hevdîtinê bi sînor hat girtin nekarî bi birayê xwe re hevîtinê pêk bîne. Malbatan piştî hevdîtina girtî ya 40-45 deqîqeyan ji Girava Îmraliyê vegeriyan.