Malbat ji bo biçin Îmralî serlêdan kirin

Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 21 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind girtî ye. Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û vasiyê wî Mazlum Dinç, bi bo biçin Îmraliyê û serdana Ocalan bikin daxwazname dan Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê.

Malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê birayê Omer Hayri Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysi Aktaş Melihe Çetin jî j bo biçin li Îmraliyê hevdîtin bikin bi rêya parêzerên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya bûrsayê dan.

Omer Hayri Konar û Veysi Aktaş, ji 15'ê Adara 2015’an heta niha di 5'ê Hezîran 12'ê Tebaxa 2019 û 2'ê Adara 2020'an de bi xizmên xwe re hevdîtin kiribûn. Hamîlî Yildirim jî piştî di 15'ê Tîrmeha 2015'an de birin Îmraliyê tenê di 5'ê Hezîran û 12'ê Tebaxa 2019'an de bi malbatên xwe re hevdîtin kirin. Piştî di 2'ê Adarê de li Îmraliyê agir derketibû, hevdîtin hatibû kirin. Lê ji ber Hamîlî Yildirim nexweş bû nikaribû derkeve hevdîtinê.

piştî 21 sal şûnde yekem car di 27'ê Nîsanê de bi rêya telefonê bi malbatê re axivî bû. Girtiyên din jî piştî 2015'an yekem car bi malbatê re bi rêya telefonê axivîbûn.