Malbat ji bo 4 kesên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, hatin ba hev

Endamên ÎHD’ê û malbat ji bo Mehmet Înan, Mehmet Yaşar, Mûrat Yildiz û Mehmet Mûngan ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, hatin ba hev.

Endamên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan li Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê çalakiyên xwe domandin.

Endamên Şaxa Amedê ya ÎHD’ê û xizmên windayan bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Koşûyolû ya li navçeya Rezanê hatin ba hev. Di hefteya 785’an a çalakiyê de namzetên Hevşaredariya Rezanê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Leyla Ayaz û Sîraç Çelîk, Hevserokê bajar ê DEM Partiyê Pinar Sakik Tekîn, Parlamenterê Amedê yê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû jî piştgirî dan xizmên windayan.

Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mehmet Înan hate pirsîn ku 28’ê Sibata 1994’an hate binçavkirin û piştre ti agahî jê nehatin wergirtin. Çîroka Înan ji aliyê Sekreterê Şaxa Amedê ya ÎHD’ê Omer Saman ve hate xwendin.

ÊLIH

Li Êlihê Şaxa ÎHD’ê û xizmên windayan di hefteya 621’an a çalakiyê de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistan kom bûn.

Rêveberê Şaxa Êlihê ya ÎHD’ê Rêzan Baytar got ku heta aqûbeta windayan tê zanîn, ew ê li qadan bin.

Baytar di çalakiya vê hefteyê de çîroka Mehmet Mûngan xwend ku sala 1998’an li navçeya Silopiya ya Şirnexê hate binçavkirin û piştre ti agahî jê nehatin girtin.

COLEMÊRG

Endamên Şaxa Colemêrgê ya ÎHD’ê û xizmên windayan di hefteya 111’emîn a çalakiyê de li Kolana Hunerê ya navçeya Geverê hatin ba hev. Parlamentera Colemêrgê ya DEM Partiyê Oznur Bartin, Baroya Colemêrgê, Dayikên Aştiyê, rêveberên DBP’ê, DEM Partî û xizmên windayan beşdarî çalakiyê bûn.

Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mehmet Yaşar hate pirsîn ku 28’ê Sibata 1994’an dema ku binçavkirî bû hate windakirin. Mûrat Yildiz û Zekî Yilmaz jî bi wesîleya salvegera qetilkirina xwe hatin bîranîn ku di salên ‘90’î de di bin çavan de hatin qetilkirin.

Daxuyanî ji aliyê endama Şaxa Colemêrgê ya ÎHD’ê Pinar Şen ve hate xwendin.

ÎZMÎR

Şaxa ÎHD’a Îzmîrê jî her du hefteyan carekê çalakiya “Bila windakirî bên dîtin û faîlên wan bên darizandin” li dar dixe. Çalakiya vê hefteyê li pêşiya Sumerbank a Berê ya li Konaê hat lidarxistin. Di çalakiyê de pankartên “Windakirî wijdan in û xwedî lê derkeve” û “Faîl diyar in, windakirî li ku ne” hatin vekirin. Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl tev li daxuyaniyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mûrat Yildiz (19) hate pirsîn ku li Bornovayê hatibû binçavkirin û windakirin. Daxuyanî bi kurdî û tirkî hate xwendin.

Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban axivî û wiha got: “Lêgerîna heqîqeta ji bo windakiriyan ji sala 1995’an ve didome. Bi hezaran kes di bin çavan de hatin windakirin. Faîlên wan nehatin dîtin. Em dizanin faîlên wan kî ne. Em ê qêrîna xwe ya ji bo windakiriyan bidomînin. Ev meseleye ne tenê meseleya windakirina mirovan e. Her wiha meseleya aştî û demokrasiyê ya welêt e. Em ê heta dawiyê van daxwazên xwe bînin ziman.”

Piştre jî Hevseroka Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Zîlan Gumuş serpêhatiya Mûrat Yildiz vegot.