Malbat ber bi Îmraliyê ve bi rê ketin
Malbat ber bi Îmraliyê ve bi rê ketin
Malbat ber bi Îmraliyê ve bi rê ketin
Mabatên girtiyên ji doza PKK'ê girtî Cûmalî Karsû, Şêxmûs Poyraz û Hasbî Aydemir ji bo bi zarokên xwe re hevdîtinê bikin ber bi Girava Îmraliyê ve birê ketin.
Girtîgeha Tîpa F a Girava Îmraliyê li gel Rêbere Gelê Kurd Abdullan Ocalan 5 girtiyên din yên ji doza PKK'ê girtîne dimînin. Malbatên girtiyên ji doza PKK'ê Cûmalî Karsû, Şêxmûs Poyraz û Hasbî Aydemir ku di girtîgeha Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî têde dimîne ji bo bi zarokên xwe re hevditinê bikin ber bi Girava Îmraliyê ve birê ketin.
Dayîka Şêxmûs Poyraz Wezîre Poyraz û xwişka wî Felek Poyraz, Birayê Cûmalî Karsû Ramazan Karsû û birayê Hasbî Aydemir Haşim Aydemir serê sibê hatin Fermandariya Cendirmeyan a Gemlikê Piştî karên fermî kirin bi keştiyê ber bi Îmraliyê ve birê ketin.