Mala Çandê ya Mezopotamyayê ya Strasburgê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
Mala Çandê ya Mezopotamyayê ya Strasburgê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
Mala Çandê ya Mezopotamyayê ya Strasburgê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
Mala Çandê ya Mezpotamyayê (MKM) ku li bajarê Strasbourgê ya Fransayê faliyetên xwe dimeşîne kongreya xwe ya nû pêk anî. MKM’ê rêveberiya xwe ya nû hilbijart û her wiha der barê qada perwerde, çand û xebatên civakî de biryar girîng dan.
MKM ku endamê Federasyona Komeleyên Kurd a Fransayê ye (FEY-KA) çaremîn kongreya xwe pêk anî û nêzî sed kesî tevli bûn. Di kongreyê de serokê FEY-KA Mehmet Ulker axaftine kir û diyar li bajarên ku komeleyên wan hene ji bo kurdan dê di qada çand, perwerde, siyasî û civakî de xebatan bimeşîne. Ulker got divê civaka kurd û civaka fransayê girîngiyê bidin rola komeleyan.
Di kongreyê de rapora faliyetê ya salane hat xwendin. Der barê dema derbasbûyî de rapor hat xwendin û nîqaş hatin kirin. Piştre rapor hat qebûlkirin.
Di kongreyê de piştre rêveberiya nû hat hilbijartin 6 kes hatin hilbijartin.