Mafê Gelê Kurde Rojava biparêze - Ezîz Koylûoglû

Mafê Gelê Kurde Rojava biparêze - Ezîz Koylûoglû

Divê Kurd çi bikin? Ev pirs ji her demê zêdetir di vê demê de li bersiva xwe digere. Niha her Kurd divê vê zanibe, gelê Kurd di demên dîrokî re derbas dibe û Kurd di wan deman de çêbikin wê encamê wê di sibêroj de xuya bike. An dê jiyanek rûmet bijîn, an jî wê di dîrokê de bibin gelekî bê wate. Gelê Kurd heta niha têkoşîna jiyanek bi rûmet dide.  

Niha Rojavayê Kurdistanê bûye navenda tekoşînê û dibe gelê Kurd li hemû cîhanê alîkariya wê perçê Kurdistanê bikin.

Koma Civaka Kurdistanê jî îro bi daxuyaniyekî ji bo parastina Rojavaya Kurdistan bi wan gotina “Heta ku şoreşa Rojava ewle bibe, divê hemû Kurd li ser piya bin. Pêwîste her Kurdek di warê madî û manewî de bikeve nava seferberiya alîkariyê." bangawazî kir. Ev bangawazî jî dide diyar kirin ku, hebûna Rojavayê Kurdistanê ji hemû Kurdên cîhanê çiqasa girînge.

Îro êrîşên dijwar li Rojavayê Kurdistanê tê kirin. Ev êrîş bi şehîd kirina Endamê Komîteya Dîplomasî ya Desteya Bilind a Kurd Îsa Huso jî eşkere bû ku di nava wan êrîşan de, bes ev hêzên Dewleta Îslam Iraq û Bîlad Şam/ Eniya El Nusra (El- Qaîde) tune ye. Dewletên ji serkeftina siyaseta Kurdan ya li ser bingeha biratiya gelan dide ava kirin jî hene. Dîsa hêzên dixwazin Kurdan bixên bin bandora xwe û lewaz bikin hene. Lê Kurd li ser demokratîkbûna Sûriyeyê, Kurdistanekî xweser didomînin.

Êrîşên Dewleta Îslam Iraq û Bîladî Şam li ser Rojavaya Kurdistan ku çekdarê wê ji gelek dewletane ne û êrîşek nav dewletiye. Ji ber wê jî mafê gelê Kurde bi hemû rengî ji bo parastina Rojavaya têkevin nava tevgerê û parastinek rewa bi her rengî bikin.

Ji Girê Sipî, heta Heleb û ji wir heta Serêkaniyê û heta Dêrikê, Qamişlo gelê Kurd di nava berxwedanê de ye. Ev berxwedan ne tenê ji bo gelê Kurd teneyê, ji bo hemû pêkhateyên Rojavaya Kurdistan û Sûriyeyek demokratîke.   

Mirov dema êrîşên dijwar yê ser Rojava dişopîne dibîne ku, gelek hêz ji wan êrîşan kêfxweşin.  Di serî de rejîma Sûriyeyê ji wan êrîşan kêfxweşe ku, hêzên opozîsyona ji ber dijî Kurdan şer dikin, hêzên xwe piranî kêşandine herêmê Kurdan, ew jî bi dilê xwe tevdigere. Ku Himis bi  giştî ji destê Artêşa Azad derxist. Dîsa Kurdên sondxwarine dijminahiya Tevgera Azadiya Gelê Kurd bikin ji vê rewşê kêfxweşin. Dewletên herêmê kêfxweşin, ji ber ku bihêzbûna Kurdan di berjewendiyê xwe de nabînin û dixwazin Kurd lewaz bibin.

ARMANCA VAN ÊRÎŞAN ÇI NE?

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev demeke ji bo sîstemekê li ser bingeha biratiya gelan û konfederasyona gelên Rojhilata Navîn pêşniyaran dike û çerçoveya vê sîstemê dide diyar dike. Îro Kurd ger bi erkê xwe yê dîrokî rabin, dê rola xwe ya sereke di avakirina vê sîstemê de bigire.

Xuya ye dewletên cîhanê bi taybet Rûsya êdî hebûna Kurdan ya siyasî û sîstema Kurdan ya xweserî pejirandiye. Pejirandina Kurdan wek aliyê sêyan di nava civîna Cenewre ya duyem, dîplomasiya Kurdan li Ewropa û encamê wê erênî, dewletên herêmê jî neçarî Kurdan dikin. Hewldanê dewleta Tirk yên bi hevdîtinê Kurdan re jî di encama wê siyasete ye.

Li Başûrê Kurdistanê hatina cem hev ya siyasetvanên Kurd û biryardana Konferansa Netewî wek biryarek dîrokî bû. Kurdên dihat gotin lihev nakin û nayên cem hev, cara yekem bi civîneke çapemeniyê derketin pêşiya cîhanê yek dengiya xwe dan xuya kirin.

Balkêşe siyaseta Tevgera Azadiya Gelê Kurd ya li Sûriyeyê di destpêkê de him ji aliyên dewletên alîkariya opozîsyona (muxalefet) Sûriyeyê dikirin, ne jî dewletên alîkariya dewleta Sûriyeyê dikirin nehat pejirand û her dû alî jî ev siyaseta ji bo xwe wek metirsî dîtin. Lê piştî sê salan niha him alîgirên dewleta Sûriyeyê, him jî alîgirên opozîsyona Sûriyeyê eşkere nebêjin jî hatin ser vê siyasetê. Êdî hemû kesê ew tişt fêm kir ku, siyaseta sêyem ya tevgera gelê Kurd li Sûriyeyê û bi taybet li Rojavaya Kurdistanê siyasetekî serkeftiye.

Li Sûriyeyê û bi giştî tê fam kirin ku, ev siyaseta rûxandina sîstemên deshilatdar û li şûna wan sîstemek deshilatdar danîn, ji bo gelan demokrasî û azadiyê neaniye. Dîsan bi destwerdana dinava nava gelan ji kûr kirina nakokiyan wêdetir tiştek li gel xwe nayîne.

Kurd li Rojavaya Kurdistan niha ber bi xweseriya demokratîk ve diçin. Ev ne li ser bingeha desthilatiya Kurdan a li ser Ereb, Aşûr, Ermen hwd ne. Ev li ser bingeha deshilatiya hemû pêkhateyên gelên li Rojavaya Kurdistanê û herwiha bi hev re jiyan kirine.

Armanca van êrîşan ev sîstema li ser bingeha biratiya gelan tê ava kirin, bi zivirînin li ser dijminatiya gelan û tolhildaniyê ku, niha li Rojhilata Navîn rastiya tê jiyan kirin ev e.