Macron: Erdogan gefê li ewlekariya Ewropa û Sahelê dixwe

Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron bi zimanekî tund Erdogan rexne kir ku bi keştiyan çeteyan ji Sûriyeyê dibe Lîbyayê û got, berevajî sozên li konferansa li Berlînê da tevdigere.

Macron tevî Serokwezîrê Yewnanistanê Kyrîakos Mîçotakîs li Parîsê civîneke hevpar a çapemeniyê li dar xist û Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan bi zimanekî tund rexne kir.

'SOZÊN XWE BI CIH NEANÎ'

Macron bal kişand ser hewldanên Erdogan ku bi rêya çeteyên xwe dixwaze li Lîbyayê kaosê biafirîne û anî ziman, ku ew bûn şahid ku çete bi keştiyan derbasî vî welatî kirine. Macron got, "Em dibînin ku keştiyên Tirk rojên dawî li gel leşkerên bi pereyan şer dikin ên Sûriyeyî derbasî xaka Lîbyayê dibin." Macron destnîşan kir ku ev yek "berevajî" sozên Erdogan in ku li Konferansa Lîbyayê ya li Berlînê da û got, "Ev yek tê wateya bicihneanîna sozên hatine dayin."

LI SER EWLEKARIYA EWROPA Û SAHELÊ GEF E

Macron destnîşan kir ku bi karanîna çeteyên Sûriyeyî ji aliyê dewleta Tirk ve, derbaskirina wan ji bo xaka Lîbyayê hem gefê li ewlekariya Ewropiyan hem jî li ewlekariya welatên li herêma Sahelê dixwe.

Macron provokasyonên dewleta Tirk ên li rojhilatê Derya Spî bi tundî rexne kir û destnîşan kir ku Fransa û welatên din ên Ewropayê bi Yewnanistan û Qibrisê re ne.

Macron ji bo peymana navbera Tirkiye û Hikumeta Yekîtiya Neteweyî ya Lîbyayê ya ji bo şandina leşkeran jî got, "Em vê peymanê bi biryardariyek emezin mehkûm dikin."