Meclîsa Şengalê ya Derveyî Welat (MSD) bi daxuyaniyekê ji bo bîranîna Mam Zekî Şengalî wê li bajarê Swîsreyê 2’yê Îlona 2018’an di saet 13:00’an de li Holzwînterrasse 46,8049’an çalakiyeke ya bîranînê lidar bixe.
MSD’ê banga tevlîbûna xurt bîranîn û xwedîderketina li têkoşîna Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî û endamê Konseya Rêveberiya KCK’ê Mam Zekî Şengalî ê di 15’ê Tebaxa 2018’an dema salvegera Komkujiya gundê Koço de ku bi sûîkasta balafirên dewleta Tirk şehîd ketibû kir.
MŞD’ê di daxuyaniya xwe de got, Mam Zekî Şengalî ji bo Civaka Êzidî yên li Şengal û derveyî welat jiyaneke nû afiran. MSD’ê da xuyakirin ku wê li ser şop û xeda Mam Zekî bimeşin û di qada navneteweyî de hesabê vê komployê bipirsin.