MŞD: Em dagirkeriya dewleta Tirk şermezar dikin
Meclîsa Şengalê ya Derveyî Welat êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir û bal kişand ser vî tiştî ku PDK hevkariya van êrîşan dike.
Meclîsa Şengalê ya Derveyî Welat êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir û bal kişand ser vî tiştî ku PDK hevkariya van êrîşan dike.
Meclîsa Şengalê ya Derveyî Welat êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî şermezar kir.
Di daxuyaniya MŞD’ê de ev tişt hatin diyarkirin:
“Em dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê bi tundî şermezar dikin. Em bang li gelê xwe yê Êzidî yên li Başûrê Kurdistanê dikin ku bila li hemberî van êrîşan bêdeng nemînin ên ku bi hevkariya PDK’ê tê kirin.
Civaka me ya Êzidî divê ji her demê zêdetir hişyar be. Faşîzma AKP û MHP’ê bi dagirkirina Xakurkê careke din dixwaze cih û warên Êzidiyan dagir bike. Hedef û armanca wan Laleşa Pîroz û Şengal e.
Di 800 salên derbasbûyî de herî kêm 60 ferman li ser Êzidiyan hate kirin.Çawa ku DAÎŞ’ê di 3’ê Tebaxa 2014’an de ferman li Şengalê pêk anîn, di dîrokê de Osmaniyan jî ferman li ser civaka Êzidî pêk aniye. Feraseta DAÎŞ’ê û ya Osmaniyan ne dûrî hev in. Ji ber vê jî divê em dîroka xwe baş bixwînin û li hemberî dagirkeriyê helwesta xwe zelal bikin.
Em di wê baweriyê de ne, wê civaka me ya Êzidî, ciwan û akademîsyen û bi taybetî jî Heyeta Rûhanî wê bi erk û berpirsyariya xwe rabe û li dijî dagirkeriya AKP û MHP’ê wê helwesta xwe diyar bikin.
Em dagirkeriya dewleta Tirk ya bi hevkariya PDK’ê bi tundî şermezar dikin.
Em bangî hikumeta Iraqê, Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropayê û Emerîkayê dikin ku ji bo xisar negihêje civaka me ya Êzidî divê pêşiya dagirkeriyê bigirin.
Wê Meclîsa Şengalê ya Derveyî Welat jî di qada navneteweyî de erk û berpirsyariya xwe bi cih bîne.”