Luders: Ocalan bandorê li ser Sûriyeyê dike
Luders: Ocalan bandorê li ser Sûriyeyê dike
Luders: Ocalan bandorê li ser Sûriyeyê dike
Pisporê Rojhilata Navîn Mîchael Luders ku di Konferansa Rojavayê Kurdisanê de ya li Berlînê pêk hat de axivî û diyar kir ku, ji bo krîza Sûriyeyê divê destpêkê DYA û Rûsya li hev bikin. Luders da zanîn ku, muzakereyên ku hikûmeta Tirk bi Ocalan û PKK’ê re dikin dê bandorê li ser pêşeroja Sûriyeyê bike û got: “Pêşeroja Sûriyeyê ne diyare. Dibe ku wek Yoguslavyayê parçe bibe.
Li Salona Konferansê ya Meclisa Eyaleta Berlînê bi mijara ‘Di Sûriyeya pêşerojê de ji bo çareseriya pirsgirêka kurd ji bo aştî, demokrasî û diyalogê piştgirî’ tê lidarxistin. Bi axaftinên vekirinê konferansê destpê kir.
Di beşa yekemîn de pisporê Rojhilata Navîn Mîchael Luders axivî. Luders da zanîn ku, rejîma Esad dê niha bimîne û got, li Şamê heta demê guherîna rejîmê ne mumkune. Luders go hêzên rojava di mijara mudaxalekirina Sûriyeyê de hêj li hev nekirine û diyarkir ku, “Rûsya, Çîn û Îran ligel rejîma Esad cih digirin. Lê ev ne ji bo hezkirinê jib o yekitiya jeostratejîke.”
MUZAKEREYÊN BI OCALAN Û PKK’Ê RE GIRÎNGE
Luders wiha pê deçû: “Hêzên herêmê dê zêdetir mudaxîlê Sûriyeyê bibin. Her wiha piştî hevdîtinên hikûmeta Tirk ya bi Ocalan û PKK’ê re, li Sûriyeyê jî pêşveçûn hene. Pêvajoya çareseriya Tirkiyeyê dê bandorê li ser Sûriyeyê jî bike.
Luders da zanîn ku, Sûriyeya piştî Esad an dê bibe dewletek navendî an jî dê wek Yoguslavyayê parçe bie û got: “Tirsa min ewe ku her komek dê çekan bigirin û ji bo armancên xwe bikevin pevçûnan. Sûriye 40 salan di bin rêveberiyeke Elewî de ma. Niha bi hatina desthilatdariyê ya Sunniyan re dibe ku ji rejîma berê tol bêgirtin. Lê tolhildan pirsgirêkê çareser nake, kurtir dike.”
PÊVAJOYEK ZEHMET LI PÊŞ KURDANE
Luders destnîşan kir ku, pêvajoyek zehmet li pêş kurdaen û got: “Li aliyekê Îran û Tirkiye hene. Têkoşîna kurdan dê li Sûriyeyê jî bi bandor be. Kurdan li Sûriyeyê salên bi êş kişand. Lê divê neyê jibîrkirin ku dê kurd pirsgirêka xwe çareser bikin. paste mezin be dê parvekirian wê jî hêsan be.
Konferans ji aliyê parlamenterê Eyalate Parstiya Demokratên Sosyal (SPD), Civaka Azad û Dîalog-Kreîs ve tê organîzekirin.
Konferans dê bi pêşandanên Dr. Khaled Issa, hevserokê PYD’ê Salîh Muslum, endamê konseya bilind a kurd ya Rojavayê Kurdistanê Ahmad Suleiman û rojnameger Dilşah Osman dê bidome. Di navbera konferasnê de jî dê hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş û hevserokê PYD’ê Salîh Muslim civînek çapemeniyê bidin.