Lubnan êdî ji destwerdana derve re bêhtir vekiriye

Teqîna ku Bêrûd serûbin kirî, ‘’Li ser siyaset û aboriya Lûbnanê wê bandoreke çawa bike?’’, ‘’hêzên herêmî û navnetewî kîjan hesaban dikin?’’, siyasetmedarên Kurd Bûşra Elî û Henan Osman ku li Lûbnanê dijîn bersiva pirsan dan.

Lûbnan a ku bi Şerê Cîhanê yê Pêşî re dagirkeriya Osmanî bidawî bûyî heta 1943’an mandaya Fransayê dihate qebûlkirin, ji 1975’an heta bi 1990’î bi şerê navxwe re lebikî.

Li welêt ku Şiî, Sinî û Xiristiyanên Marûnî bi hev re lê dijîn, şerê navxwe bû sedema mirina bi sed hezaran mirovî.

Piştî şerê navxwe Lûbnan a ku li ser parvekirina etnîk-mezhebî hatî rêvebirin, bi qasî ku qada hakîmiyetê ya hêzên herêmî her wiha qada hakîmîyetê ya hêzên navdewletî ye jî.

Di teqîna Lûbnanê de ya 4’ê Tebaxê ya li Lengergeha Bêrûdê li depoyekê ku 2 hezar û 750 ton amonyum nitrat lê hegbû teqîn çêbû û heta niha 154 kes mirine, ji 5 hezarî zêdetir birîndar hene û gelek kes jî di bi kavilan de ne.

Piştî teqînê ku ji nîvê zêdetir ê Bêrûdê serûbin kirî û nêzî 300 hezar mirov bê mal hiştî, siyaseta Lûbnanê ku jixwe li ber şikestinê bû, bêhtir nazik bû.

HESABÊN LI SER LÛBNANÊ

Hêzên herêmî û navnetewî ku li ser Lûbnanê karîger in ji bo ku rikberên xwe qels bikin ji gelek alîyan ve teqînê ji xwe re weke fersendekê dibinin. Di nav pêşniyazan de ew jî heye ku Lûbnan dîsa bibe mandaya Fransayê.

Welatên kendavê û bloka Rojava bi alîkariya aborî dixwazin bandora Îranê û Hîzbûllahê bişkînin, Îran, Hîzbûllah û hêzên weke Sûriyê jî bi wê qilqilînê ne ku krîzê rê ve bibin. Rûsya û Çîn hewl didin ku li Lûbnanê destê xwe xurt bikin.

Bandorên siyasî, aborî û civakî yên teqîna Bêrûdê û îhtîmalên ku dikarin pêk werin siyasetmedara Kurd a li Lûbnanê Bûşra Elî û Serokê Komeleya Civak û Çandê ya Newroz a li Lûbnanê Henan Osman ji ANF’ê re nirxandin.

DESTPÊKA SERDEMEKE NÛ

Bûşra Elî têkilî sedema teqînê got teqîn te divê bila ji ber îhmal, sabotaj, êrîş an jî bi sedemeke dî be êdî ev zêde ne girîng e, Henan Osman jî got, ‘’Ev teqîn ji bo Lûbnanê wê bibe destpêka serdemeke nû. Ev teqîn ji bo gelek tiştan wê bibe mîladek.’’

BÊRÛD A KU BÛYÎ KAVIL Û HESABÊN SIYASÎ

Elî got amonyûm nitrata li lengergehê ev 6 sal in li wir bûye , hemû aliyên siyasî hay jê hebûne ku taloke ye û got, ’’Li holê bajarekî kavil, wêran heye, bi sedan mirî, winda, bi hezaran birîndar û bi sedhezaran mirovên bê mal hene. Lê li şuna vê siyaseta Lûbnanê hesab dike bê ka ev teqîn wê bi kêrî kê were, li dijî kê dikare were bikaranîn.’’

Osman jî got,’’Serdemê sereke ya vê teqînê tebeqeya siyasî ya Lûbnanê ye. Vê teqînê her wiha bi xwe re hilweşîna siyasî, ticarî û civakî jî anî.’’

MÊTINGEHEKE HERÊMÎ Û NAVNETEWÎ

Elî got li ser siyaseta Lûbnanê Îran, Siûd û hin welatên Rojava serwer in û got,’’Lûbnan her çendî welatekî mêtingeh ê herêmê jî be, her wiha mêtingeheke navnetewî ye’’ û dibêje dema ku encamên teqînê werin nirxandin divê mirov li vê jî bifikire.

Henan Osman jî got li Lûbnanê her tebeqeyeke siyasî bi ser hêzeke cuda ve ye û got, ‘’Lûbnan deriyê hîva Şiî ye, ku li Deryaspî vedibe. Her wiha bandora Siûdî li ser Sinîyan heye. Lûbanan her wiha welatekî wiha ye ku Xiristiyan jî wê bi Fransayê ve girêdidin.’!’

Elî dibêje ji bo hin welatan bûye fersed ku bi teqînê re neynûkên Îranê rakin û got dewleta Tirk bi çavê bermayê Osmanî li Lûbnanê dinere û teqînê ji bo xwe weke fersendekê dibine da ku neynûkên xwe di Lûbnanê rake.

TEQÎNÊN PEYREV DIBE KU ÇÊBIBIN

Bûşra ELî dibêje ji bo Lûbnanê derî li pêvajoyeke nû vedibe, Lûbnan a ku ev demeke dirêj e li gel krîza aborî û siyasÎ bi gelek hevkişkişandinê dijî nema, tebeqeya siyasî ya berdest jî zêdetir wê nema karibe vî barî hilgire. Henan Osman jî dibêje nêzîkatiya siyaseta Lûbnanê ya li teqînê ji teqînê kambaxtgir e û got, ‘’Ev teqîn wê teqînên din ên peyrev ên civakî jî bi xwe re bîne.’’

Bûşra Elî bi bîr xist ku Lûbnan di dest Hîzbûllahê de ye, hikûmet û aliyên din ji vê haydar in, Osman jî got, ‘’Ev teqîn bû teqîna gendeliya tebeqeya siyasî ya Lûbnanê, bû teqîna sersarî û hilweşîna sincî ya Lûbnanê.’’

PERGALEKE LI SER PARVEKIRINÊ

Bûşra Elî bal kişande ser girîngiya Lengergeha Lûbnanê û got, ‘’Ji bo siyaseta Bêrûdê ji du aliyan ve girîng bû. Ya pêşî girîngiya aborî û ya duyan jî giringiya siyasî. Ê ku ev lengergeh di dest xwe de digirt hêza siyasî û aborî di dest xwe de digirt. Niha bi hilweşandina vê lengergehê hêza siyasî û aborî hilweşiya.’’

Henan Osman jî diyar kir siyaseta Lûbnanê li ser parvekirinê ava bûye û got, ‘’Piştî bidawîbûna şerê navxwe yê Lûbnanê tebeqeya siyasî ya sebebe şer Lûbnan ji hêla cografî, siyasî, civakî û aborî par ve kir. Bû xwedî rêveberiyeke li ser parvekirinê û ev teqîn jÎ encama wê parvekirinê bû.’’

‘REWŞ NEMA DIBE WEKE BERÊ’

Osman diyar kir bi teqînê re Lûbnan ji her destwerdana derve re guncan bûye û got, ‘’Tirkiye li zemîna destwerdanê diğere, Rûsya hewl dide ku deste xwe xurt bike. Emerîka û hin hêzên Rojavayî li pey hesabên siyasî ne.’’

Osman jî got rewş êdî wê nikaribe bibe weke bere, ji bo ku hêza Hîzbûllahê were şikandin zexteke zêde heye. Osman got,’’Beriya bi rojekê Macron li vir bû. Fransa wê hewl bide ku bandora xwe zêde bike. Her wiha Rûsya û Çîn jî dixwazê destê xwe xurt bike. Lê yek ji wan jî bê şert alîkariyê nake.’’

HELWESTA GEL A DIJÎ RÊVEBERIYÊ ZÊDETIR BÛYE

Bûşra Elî got teqîn bi potansiyeleke wiha ye ku dikare ji bo Rojhilata Navîn pêvajoyeke nû bîne, Osman jî diyar kir rojên pêş bandorên wê, wê zêdetir xuya bikin.

Elî her wiha got helwesta gel a li dijî rêveberiyê bere jixwe hebû lê bi teqînê re niha ev helwest zêdetir bûye.

Osman li ser serdana Macron bal kişande ser daxwaza ku Lûbnan bibe mandaya Fransayê.

PÊVAJOYEKE NAZIK Û BIÊŞ

Bûşra Elî herî dawî got heke li Lûbnanê cihêtiya mezhebi, etnîk, bawerî l i alkiyekî neyê danîn Lûbnan ji her cure destwerdana herêmî û navnetewî re vekirî dibe, diyar kir ev rewş di serî de Sûriye bandora xwe wê li ser Rojhilata Navîn hemûyî hebe. Bûşra Elî got,’’Bêîstîkrarî an jî îstîkrara Lûbnanê rasterast wê bandora xwe li ser Sûriyê bike. Li ber Lûbnanê pêvajoyeke pir nazik û biêş heye.’’