Lozan, Plana Şark Islahatê û Kurd - Reşîd Dîlan

Lozan, Plana Şark Islahatê û Kurd - Reşîd Dîlan

Ji hîmekî bingehîn ê damezrandina Komara Tirkiyeyê hevpeymana aştiyê ya Lozanê di sala 1923’an de, di maddeya 39. de û fikreya 4. ku (Li ser pêşniyara aliyê Tirk lê hatibû lê zêdekirin) dibêje; “ Her kîjan kêmeneteweyên Tirkiyeyê dixwaze taybet yan jî di karên bazirganî de be, olî, çapemenî yan jî di hemû rêyên weşanê de heya civînên vekirî de, zimanê ku dixwaze pê biaxive wê li pêşiya wî tu astengî neyên çêkirin.” Di fikreya 5. de ku dibêje;  “Tevî zimanê dewletê yê resmî heye jî, kêmneteweyên Tirkiyeyê ku ji derveyî Tirkî zimanekî din diaxivin, wê di dadgehê de bi zimanê xwe bi şêweyekî zimanê axaftinê bi kar bînin, ji bo wê hêsankariya pêwîst wê were çêkirin.” Bi kurtasî di hevpeymana aştiyê ya Lozanê de li ser rûpel ji bo kêmneteweyên hemwelatiyên Komara Tirkiyeyê ku yek jî wan Kurd in, bi Kurdî rojname derxistin, bi Kurdî weşana televizyonê kirin, bi Kurdî propagandaya hilbijartinan kirin û di dadgehê de xwe bi Kurdî parastin nedihat  astengkirin. Ji sala 1923’yan ve ev mafên ku ji bo Kurdan hatine dayîn nehatine bicihkirin. Partiyên Kurdan ên fermî HEP, DEP, KADEP, DTP  her carê ji ber ku bi Kurdî propaganda kirin û ji ber mafê Kurdan parastin hatine girtin. Doz derbarê bi dehan parlamenter û xebatkarên wan de hatine vekirin. Bi salan di zîndanan de hatin hiştin. Herî dawiyê bi van hincetan xwestin BDP’ê jî bigirin. Nêzîkî bi deh hezaran endamên wê di bin navê KCK’ê de bi biryara nîşandana şahidên veşartî di zîndanan de weke rehîne têne girtin. Destûr ji bo  xweparastina wan a bi zimanê  dayîkê jî nayê dayîn. Televîzyonên ku bi zimanê Kurdî weşanê dikin, rojname û kovarên bi Kurdî derdiketin hatine astengkirin. Xebatkarên bi salan ên çapemeniya azad bi şêweyekî hovane hatine qetilkirin. Di zîndanan de rehîn têne ragirtin. Bi sedan xebatkarên çapemeniya azad û rojnamevan hîn di zîndanan de rehîn têne girtin. Heya îbadetên Kurdan bi zimanê dayîkê jî hatiye astengkirin. Gelê Kurd jî li dijî vê  dest bi “nimêja sivîl ya înê” kirin. Neçûn mizgeftên dewletê. Çanda wan sivik hat dîtin. Ji bo bixin rewşa nikaribin bijîn bi hemû şêweyî propagandaya helandinê hat kirin. Gelê Kurd bi çalakiyên “bêîteatiya sivîl” bersiva van da. Bi sedsalan gelê Kurd li hemberî vê yekê stûyê xwe netewand û dest ji têkoşîna xwe berneda. Ev hemû ku di hevpeymana aştiya Lozanê de ne tenê li ser qaxezan mayîna wan dide diyarkirin û sedem nexistina pratîkirina wê ye.

PLANA ŞARK ISLAHAT, MADDEYA 14

Fikra cezakirina axaftina bi Kurdî di 13’ê Sibata 1925’an de piştî berxwedana Şêx Seîd derket holê. Qadroyên Kemalîst ên ku bi berxwedanê ketine di nav tirseke mezin ji bo çareserkirina meseleya Kurd tişta ku xistin pratîkê heya dîrokeke nêzîk jî polîtîka dewletê ya li hember Kurdan di çarçeveya ku di 15’ê Sibata 1925’an de bi plana Şark Islahat hemû rewşên xeter digire nava xwe pêk tê. Derbaskirina plana maddeya 14.  (bi Tirkiyeyekê hat safîkirin): “Di rastiyê de Tirk ku dest bi bûyîna Kurdîniyê kirin li navenda bajêr û navçeyên weke Meletya, Elezîz, Amed, Bedlîs, Wan, Mûş, Riha, Erxanî, Xozat, Erdîş, Adilcewaz, Exlat, Palû, Çarsancak, Çemişgezek, Ovacik, Hisnimansur, Behisni, Hekimhan, Bêrecûk, Çermûk, di nav hikûmetê de , daîreyên şarederiyê  û di hemû sazî û rêxistinên din de, di dibistanan , bazar û bazirganiyê de, yên ku ji derveyî Tirkî zimanekî din bi kar dianîn, ên ku  li dijî biryar û fermanên hukûmet û şarederiyê derkevin , berxwedanê nîşan bidin wê bêne cezakirin.”

“HEMWELATÎ Bİ TIRKÎ BIAXIVE!”

 Dadgeha kêmneteweyan ya Tirkiyeyê ku di sala 1926’an de civiyan, di nîqaşên wan de herî zêde  ji derveyî Tirkî tu zimanên din bi taybet jî Kurdî axaftin qedexe ye. Weke mînak dadgeh di rûniştina xwe ya 5. a di 28’ê Nîsanê de parlamenterê Wanê yê ku axivî Îshak Refet (Işıtman), li  Kurdên ku li Rojhilatê Anatolyayê dijîn ên ku bi eslê Kurd in ku zimanê xwe parastin, ên weke Karakeçîlî, Serkanî, Turkanîr ku bi eslê xwe Tirk in hatine Kurd kirin axivî û li ser vê mijarê pêşniyara ku pêwîst e ewlekariya gunehbar bê girtin kir. Li gorî wî Kurdên xwecih ên ku di navenda Anatolyayê de dijîn “Di rastî de bi Tirkane dihatin dorpêçkirin û mehkûmî xeniqandinê” bûn. Nîqaşên bi vî şêweyî sala piştî wê jî hate kirin. Asta bilind a ku Tirkî li ser civakên din dana ferzkirin di sala 1928’an de destpê kir. Kampanyaya “Hemwelatî bi Tirkî baxive!”  hat pêşxistin.

JI BO HER PEYVEKÊ KURDÎ 5 KURUŞ CEZA

Ev ceza çawa hatin pêkanîn ji dîrokê mînakeke devkî bidim: “ Xoce  Abdullah ê ji Kozlukê  dibêje, Di sala 1940’an de çûye Amedê. Li bazarê ji ber ku Tirkî nizanîbû bi Kurdî axivî. Kesek li bazarê bi milê wî  digire û dibêje, “Ka were, ji şarederiyê gazî te dikin.” Xoce dipirse “Tu kî yî?” Ew kes jî dibêje, “Ez zabitayê şaredariyê me.” Xoce dibêje “Reîsê şaredariyê min nas nake ku min bixwaze gel xwe”, her çendî wisa jî dibêje lê dîsa bi zorê dibin pêşberî Reîs. Reîs dibêjê, “Tu li bazarê bi Kurdî axiviyî. Ji bo her peyvekê tê 5 qirûş ceza bidî.”  Xoce bê ku bersivekê bide, pereyên di berîka xwe de datîne ser masê û dibêjê, “Ha ev ji bo te pere.” Dema ku memûr dixwaze pereyên zêde lê vegerîne wiha li axaftina xwe zêde dike: “Bila pere ligel we bimîne. Ez bi Tirkî nizanim. Heya şev ez ê li bazarê bi Kurdî biaxivim. Bila birêz zabitayê te jî ligel min were. Bi şev em ê bêne  gel te. Wê demê çi qas cezayê min hebe tê bigirî û yê zêde jî tê li min bizivirînî û ez ê jî biçim mala xwe.” (Bakiş, 30’ê Hezîrana 1999).

 “KA NANEKÎ BI TIRKÎ BIDE”

Mînakeke wê ji Amedê nivîskar, lêkolînvan Şêxmus Dîken dibêje: “Tenê serdema pêkanîna yek partî  tê bîra min. Bê ku ez bifikirim nikarim xwe. Bi Kurdî axaftin qedexe ye! Doza ku ji bo her peyva ji dev derdikeve bê bihîstin, cezayê ku gel ji bo her peyvekê bide neçarî ye. Sîxur li bazar û kolanan li pey hev dizivirîn. Mirovê ku zarok di mala wî de birçîne ji ber ku pêwîst e biçe firinê nan bikire, lê belê ji bo xwestina nan jî pêwîst e ku çend peyvên Tirkî bizane. Zilam bê çare ye. Li pêşberî xwediyê firinê ye û dibêje “Ka nanekî bi Tirkî bide.” Xwediyê firinê mirovekî bi rehm ji rewşê fêm dike. “Ha ji te re nanekî bi Tirkî.” 

Yên ku zimanê wan ê dayikê Kurdî ye, li gel ên bi ku zimanê wan ê dayikê Tirkiye ne xwedî heman mafan e. Dest jê berdin di roja me de peymana bingehîn a mafê mirovan, di çarçoveya mafê mirovan de gavek şûnde asta ku nûnertiya wê dike heya fermanên hevpeymana Aştiyê ya Lozanê jî li hev neket. Zimanê dayikê ne weke zimanê dersekî, weke zimanê perwerdeyê weke mafekî mirovahiyê ye, di serî de beşeke diyarker vê yekê napejirînin. Ji bo weşanên bi Kurdî yên televizyon û radyoyan hîn jî sînorkirin heye. Serokên şaredariyên ku bi Kurdî xizmeta gel dikin ji wezîfeyê tên wergirtin. Em dikarin mînakên wê zêde bikin.  Di serê vê salê de li Konyayê jinek, 2 zarok ji ber ku bi Kurdî axivîn, bi hincetên ku “qirêjiya bi qerebalix” çêkirin, bi cezayê 62 TL hatin cezakirin!

Navenda Lêkolînên Stratejîk ya Kurdistanê