London ji bo azadiya çapemeniyê daxwaza pêkanînan dike

Li Londonê di konferansa azadiya çapemeniyê de DYE jî di nav de helwesta welatên rojavayî hate rexnekirin. Brîtanya Mezin jî pêşniyar kir ku li welatên azadiya çapemeniyê binpê dike pêkanîn bê ferzkirin.

Di konferansa azadiya çapemeniyê de Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê Jeremy Hunt axivî û diyar kir, welatên ku kiryarên xerab li dijî rojnamevanan tê kirin divê xwe li encamên wê yên dîplomatîk jî rabigire.

Hunt destnîşan kir, divê di mijara azadiya çapemeniyê de helwesteke hevpar bê nîşandan û got, bi vî rengî welatên ku mafên rojnamevanan lê tên binpêkirin dikarin berdêla dîplomatîk bidin.

KOMA XEBATÊ YA HEVPAR WÊ BÊ AVAKIRIN

Konferans bi hevkariya Kanadayê pêk hat û ji sed welatî bi dehan wezîr û zêdeyî hezar û 500 rojnamevan û akademîsyen tevlî bûn.

Hunt kuştina Cemal Kaşikçi li Tirkiyeyê, girtina rojnamevanan li Çîn û Vîetnamê û kuştina rojnamevanan li Meksîkayê ji aliyê çeteyan ve bi bîr xist û diyar kir, wê bi Kanadayê re koma xebatê ya hevpar bê avakirin.

Hunt got, dema ku azadiya çapemeniyê hate binpêkirin ew ê bi rêya vê komê hewl bidin zexteke hevpar bikin û bi bîr xist, welatê wî jî di azadiya çapemeniyê de di rêza 33'an de ye. Hunt mikur hat ku divê Brîtanya di mijara azadiya çapemeniyê de gelek tiştan bike.

CLOONEY: TRUMP ROJNAMEVANAN DIXE NAVA REWŞEKE METIRSÎDAR

Parêzer û parêzvana mafên mirovan a navdar Amal Clooney li konferansê axivî û bi taybetî bal kişand ser gotinên Serokê DYE'yê Donald Trump ên li dijî rojnamevanan.

Clooney diyar kir, gotinên Trump rojnamevanên li gelemperiya dinyayê dixin nava rewşeke metirsîdar û got, "Welatê James Madison (DYE), xwedî serokekî ye (Trump) ku bi kiryarên nebaş rojnamevanên durust ên li çar aliyên dinyayê xistiye rewşeke hesas."

Di konferansê de hate ragihandin ku London wê ji bo desteka hiqûqî û ewlekariya rojnamevanan budçeyek ji 3 milyon sterlîn veqetîne. Ji bo saziyên medyayê yên serbixwe jî wê piştgiriya ji 15 milyon sterlîn bê pêşkêşkirin.