Lobîkarên AKP'ê yên li Swêdê derbeke din xwarin

Saziya ku li Swêdê alîkariya aboriyê ji koçberan re dike, biryar da ku alîkariya aboriyê nede Federasyona Swêd-Tirk a li Goteborgê, ku yek ji du federasyonên Tirk e ji bo AKP'ê lobîkariyê dike.

Saziya Civaka Sivîl û Ciwanan (MUCF) ku alîkariya aboriyê dide koçberan, ji ber ku çalakiyên provokatîf ên li dijî Kurdan, Ermenî û Asûrî-Suryaniyan birêxistin dike, biryar da desteka dewletê ya dide Federasyona Komeleyên Karker ên Swêd-Tirk bisekinîne û alîkariya ji nîv mîlyon kronî ya daye, jê bistîne.

Federasyona Swêd-Tirk, ku Feerasyona Komeleyên Karker ên Swêd-Tirk jî di nav de ye, di sala 2003'an de ji aliyê komek bi serkêşiya Ahmet Onal ve ji bo alîkariya aboriyê ji dewleta Swêdê bistîne hatibû avakirin.

Van her du federasyonan, ku heta ji wan tê hewl dide alîkariyeke zêde ya aboriyê ji dewleta Swêdê bistînin, li dijî  Kurdan, Ermenî û Asûrî-Suryaniyan çalakî lidar xistibûn.

Wezîrê Yekîtiya Ewropayê û Sermuzakerevan Egemen Bagiş ê ji ber karên ne li rê û bertîlê neçar ma îstifa bike, ev her du federasyon li hev civandibû û piştre Sefîrê Bilind ê Tirkiyeyê yê wê demê Zergun Korûturk jî her du rêxistin di nava platforma dijberên qirkirinê de bi cih kiribû.

Saziya Civaka Sivîl û Ciwanan (MUCF) tespît kir ku Federasyona Swêd-Tirk a li Goteborgê ye, di belgeyan de sextekarî kiriye û gilî li cem polîsan kir. MUCF'ê biryar da alîkariya aborî ya ji bo federasyonê bisekinîne.

Bi vê biryarê re lobîkarên AKP û dewleta Tirk ên li Swêdê derbeke din xwarin.