Lixwe mikurhatina leşkerekî: Li ser sînor kuştina Kurdan serbest bû

Kesê bi navê K. ê li ser sînorê Wan-Îranê leşkerî dikir, bal kişand ku li ser sînor kuştina Kurdan serbest bû, lixwe mikur hat ku çawîşekî pispor ê Kurd dikuştin, hatiye parastin.

Welatiyê bi navê K. ê li ser sînorê Wan-Îranê leşkerî dikir qala înfazkirina Kurdan a li ser sînor, madeyên teqemenî yên di destê zarokan de teqeiyan û derbasbûna koçberên Efgan a bi rehetî ya li ser sînor kir. Li naveçyên Elbak, Saray û Qelqelî yên Wanê ku dikevin ser sînorê Îranê di navbera sala 2002-2012’an de 180’ê Kurd ên gundî bi hinceta ‘qaçaxçîtiyê’ hatine kuştin. Tevî vê qetlîamê tu kesek nehate cezakirin, hemû lêpirsînên hatin destpêkirin jî bi ‘neşopandinê’ bi encam bûn. Welatiyê bi navê K. ê di navbera sala 2009-2010’an de li ser sînorê Wan-Îranê kir, bûyerên ku bûye şahidê wê vegot. Kesê bi navê K. ê li ser sînorê Wan-Îranê leşkerî dikir, bal kişand ku li ser sînor kuştina Kurdan serbest bû, lixwe mikur hat ku çawîşekî pispor ê Kurd dikuştin, hatiye parastin.

Welatiyê bi navê K. ê ji ber sedema ewlekariyê ya li Tirkiyeyê nexwest navê xwe eşkere bike, leşkertiya xwe di sala 2009-2010’an li Qişlaya Orgeneral Mûstefa Mûglali kir. K. ê li Qereqola Sînor a Kapikoyê leşkeriya xwe kir, di nava salekê de şahidî ji kuştina 3 sivîl û dîsa li Qelqeliyê jî 5 zarokên ku ji ber madeyeke ya teqemeniyê jiyana xwe ji dest dabû re kir. K. anî ziman ku hêstirên gundiyan ên ji wan dihatin girtin, carekî din li wan nedihate zivirandin, got: “Hesp dibirin ser çem û dikuştin.”

Welatiyê bi navê K. bibîr xist ku eger navê xwe eşkere bike wê li Tirkiyeyê bi sûcên mîna ‘Sîxûrî’ û ‘Xayîntiyê’ bê sûcdarkirin, wê ziyan bê dayîna wî û malbata wî, bi şertê ku navê wî neyê eşkerekirin bersiv dan pirsên me.

Dema hûn cara ewlil çûn Mûstefa Mûglali ew bi we da nasîn?

Erê, ji xwe li ser derî navê wî hebû hebû. Dîsa li ketina avahiyê nivîsên ku wî leheng nîşan didin hebûn. Gelek leşkeran jî nedizanî, zêde li ber çav jî negirtin lê bi baldarî min li wê nivîsê nêrî. Bi navê Mûglali armanc peyama leşker hûn dikarin ‘bikujin, em li pişt we ne’ dayîn bû û li gorî min bi serketî jî derketin. Fermandaran Mûglali weke lehengekî didan nîşandan.

Dema hûn li wir çend kes hatin kuştin?

Dema ez li wir dizanim ku 3 kes hatine kuştin. Digotin ‘qaçaxçî’ ne, di lîsteyên tên tomarkirin de weke ‘sînor binpêkirin’ dihate nivîsandin. Li ser sînorê Îran û Tirkiyeyê kesên dihatin kuştin, gihiştibû asta ku kuştinên kiryarên wan nediyar. Aliyê Îranê digotin; ‘Tirkiyeyê kiriye’, Tirkiyeyê jî digotin; ‘Îranê kiriye’, bi vî rengî dihate nixumandin. Dema bibûna lêkolînê wê diyar bibûna bê ka kê kuştiye, lê ev yek nedikir. Yê dimir bi mirina xwe dima.

Gelo ma yê fermana kuştinê dida diyar nebû?

Li wir fermana kuştinê nebû. Ji xwe fermana kuştinê dabûn leşkeran. Li leşkeriyê gelek cûreyên mirovan hene. Ên baş jî û yên niyet xirab jî hene. Li vir mirov dikuştin. Wan jî dizanîn ti cezayê kuştina Kurdan nîne, ji bo wê bê ku bêjin, ‘Rawst in’ gule bera didan. Kesên dihatin kuştin, bê guneh bûn. Ji bo rojaneya xwe debara xwe kar neçar bûn kar bikin. Lê li hemberî yên bi tankan mazot dibirin jî deng nedikirin.

Yên ji karê mazotê ku rantxwer dibûn hebû gelo?

Erê hebûn, kar organîze dikirin. Yên ku dewriye û nobed rêkdixistin fermandar bûn, di karên wiha de nobed diguherandin û carnan jî bi xwe diçûn nobedê. Fermandaran herî zêde hesp dixwestin. Dema gule bera gundiyan didan, an gundî dikuştin an jî gundî direviyan. Hespên li naverastê jî diman, leşker diçûn dianîn. Fermandaran li şûna hespan radestî jendermeyan bike, dubare difirotin xwediyên wan. Dema ku ev yek nedibûn jî dibirin ser çem û ew dikuştin. Ji ber ku xwedîkirina hespan zehmet bû, dîsa mayîna wan a li qereqolê jî ji bo wan metirsîdar bûn.

Carekî dema ez li nobedê bûm, dema du leşker diaxivîn min şahidî ji dengê wan re kir. Hate gotin ku leşkeran destûr daye ku bi tankeran mazot bê birin, lê di mijara kuştina gundiyan de lihev nedikirin. Carekî jî gundî bi qelebalix bi hespan û bîdonan derbasî Îranê bûn, mudaxele nehate kirin, lê di vegerê de mudaxele hate kirin. Gundî hatin destgîrkirin, dest hate danîna ser hesp û mazota wan. Nimûne qetlîama Robostkiyê, dihate zanîn ku gundî sivîl in. Pir baş dihate zanîn ku yên dikevin sînor û derveyî sînor kî/ê ne.

Piştî kuştina mirovan malbatên wan serlêdan dikirin. Gelo lêpirsînek dihate destpêkirin?

Dema ez çûbûm wir çawîşekî pispor ciwanekî 16-17 salî kuştibû. Malbat li çawîşê pispor ê ku gule berdabû digeriyan. ji bo me ferman hatibû ku eger malbat bipirse ‘Em ê navê çawîşê pispor nebêjin, tayîna wî derketiye û ji vir derketiye’ me wê bigota. Ew malbat bi rojan hat, çû, bi telefonê li me geriya; her kesê got ku tayîna çawîşê pispor ji bo cihekî din derketiye. Lê heman çawîşê pispor li herêmê birin qereqolek din, hate parastin. Divê hûn rojnamevan vê bûyerê lêkolîn bikin û derbixin holê.

Dema hûn li wir li Qelqeliyê 5 zarok di encama teqîna bombey destan a li derdorî tabûrê dîtibûn de mirin. Di derbarê vê bûyerê de te çi bihîstiye?

Erê, ez wê navê li wir bûm. Ji bo me gotin zarok sîmên tabûrê derbas kirin û di encama teqîna madeyek ku li gel xwe biribûn de mirin. Ji xwe bûyer wiha serê wê hate girtin. Nexasim rayedarên leşkerî yên ku tenê çekek winda bibûna wê dever serûbin bikira, dema ku madeyek a teqemenî kêm bibûna ne mimkûn bu ku bêdeng bimîne. Ez vê dizanim an ew zarok ji ber xemsariyê yan jî bi zanabûn bû qurbanê wê rewşê.

Di vê demê de li Wanê derbasbûna Efganan a li sînorê Îranê pir tê axaftin. Dema hûn li wir derbasbûn wan çawa bûn, ma pêşîlêgirtina wan ne mimkûn bû?

Bixwesta dikarî pêşî lê bigire, lê hem li nava leşkeran û hem jî li derve bi hinek çeteyan re kar organîze dihate kirin. Di karê qaçaxçîtiya mirovan de pir pere dihate qezençkirin. Di nava xwe de pere par dikir û wisa dikir ku em leşker pê nedihesiyan. Herî zêde leşker li Qişlaya Harabe derbas dibûn. Li wir karên cuda dihate kirin, ji ber wê bi rehetî dihatin.

Qet tu bû şahidê rayedarên leşkerî yên Tirk û Îranê bi hev re civiyabin?

Tim diciviyan. Tirkiye û Îran di mijara sînor de li hev kiribûn û her tiştê bikiribana jî hevpar dikirin. Lê naveroka civînên dihate kirin, nedihate zanîn.