Liv û tevgera di emrê zarokatiyê de, rîska tansiyonê kêm dike

Tansiyona bilind, ku ji ber qelewî, kişandina cixarê, vexwarina alkolê, xerabûna hevsengiya hormonî yan jî nexweşiyên gurçikê rû dide, tê gotin bi jiyaneke bi tevger a di emrê zarokatiyê de, dikare pêşî lê bê girtin.

Daneyên serdemên zarokatî û berciwantiyê yên 1,5 mîlyon kesên li Swêdê hatin nirxandin û hat tespîtkirin ku liv û tevgera di emrê zarokatiyê de hat kirin, rîska tansiyona bilind kêm kiriye.

Li gorî encama lêkolînê, mirovên di zarokatiya xwe de kêm tevgeriya ne yan jî nikarî sporê bikin, di emrê xwe yê mezin de bêhtir bi nexweşiya tansiyona bilind dikevin. 

Di nava mirovên qelew an jî xwedî kondîsyoneke nebaş de, hat tespîtkirin ku rêjeya ketina bi nexweşiya hîpertonî ya li masûlkeyan bi qasî 3-4 qat zêdetir e.

Lê belê di lêkolînê de di navbera masûlke û nexweşiya tansiyonê de pêwendiyek nehat tesPîtkirin.

Li gorî lêkolînê, avjenî, bez an jî ajotina bisîkletê di emrê zarokatî û berciwantiyê de, alîkariyê dide mirovan ku bi nexweşiya hîpertonî û tansiyonê nekevin.