Lîstikvan “exlaqê AKP’ê” red dikin

Lîstikvan “exlaqê AKP’ê” red dikin

Lîstikvan li hemberî “krîterên exlaqî” ên Wezareta Çand û Turîzmê ji bo alîkariyên taybet ên didin şanoyê tîne bibertekin. Altan Erkeklî da diyarkirin ku, huner bi rêyên pêkutiyê nayê helandin û got: “Dest ji tehlîlên ehmeqî berdin!” Orhan Alkaya jî anî ziman ku, “Wezaret ji berîka xwe nade, bawerim ji bîr dike ji butçeya gel alîkariyê dide” û destnîşan kir ku, ti mirovek rast yê şanoger nabêje “ezê li gorî quralên exlaqî ên civakê biçim.”

Wezareta Çand û Turîzmê nivîsa ku ji şanoyan re şandî li gorî “Protokola Alîkarî û Piştgiriya Tiyatroyên Taybet” neçare ku li gorî “qûralên exlaqî ên bigiştî guncaw be” lîstik dê li gorî vê derkevin ser dikê. Eger şanoyên ku li gorî vê neçin bi rêyên zagonî dê bi faîz ev alîkarî were wergirtin.

ERKEKLÎ: DIXWAZIN HUNERMEND BÊ OKSÎJEN BIHÊLIN

Lîstikvan Altan Erkeklî ji ANF’ê re axivî û got: “Me careke din dît ku desthilatdariya AKP’ê bi çi awayî tehemula wê ji bo hêzên muxalif tuneye. Ji ber ku ew şanoyê fêm nakin, çi têkiliyek wan bi şanoyê re tuneye û nizanin şanoyê jiyan aniye kuderê; ji bo mirovahiyê cihek wê yê perwerde-fêrbûnê çiye, ji ber wê van astengiyan derdixin.”

Erkeklî balkişande ser siyaseta AKP’ê ya ku her kesê li gorî siyaseta wê neçe û li hemberî hemû rastiyan dibêje “dê civakê dejenere bike” dixwaze asteng bike û wiha axivî: “Hikumet bi sefseteya ‘civakê dejenere dike’ dixwaze pêşiya şanoyê bigire, hunermend bê oksîjen bihêle. Li pey ne ku bala cîhanê bikişînin ser xwe. Çiye; krîterên civak û malbatê… krîtrekî wiha tuneye, pêwîste nebe. Ez vana weke fikrên dervey çerxê û pir teng dibînim. Krîtere, ev bû ew bû; bila dest ji tehlîlên ehmeqî berdin.”

Erkeklî da diyarkirin ku, “Hunermendekî weke Genco Erkal li kîjan welatek yê cîhanê be dê bikin taca seran, dê di nava pembû de biparêzin. Dîsan Şanoya Hunerê ya Enqereyê wisa ye. Lê belê em li vî welatî serî li ser koltixê hunerê dikîn.” Erkeklî da zanîn ku, li ser hunerê pêşketina civakê jî asteng dikin û got: “Bi astengkirina hunerê re pêşketina civakê jî asteng dikin. Bi gotina ‘em dê civakekî paqij organize bikin’ em qebûl nakin krîteran ji bo şanoyê danin. Ev paşverotiye! Ji ber ku hunermendan piştgirî da berxwedana Parka Gezî, ji ber ku kesayetên azad avakirin, ceza dike.”

‘EM DÊ ŞANOYÊ WEKE QADEK YA BANGÊRIYA ŞER NAKE BIPARÊZIN’

Erkeklî da zanîn ku, di çi şert û mercan de hunermend li rex desthilatdariyê nabe û daîma “li ser navê mirovahiyê em de li beramberî hêzê bin; rexne bikîn” û wiha berdewam kir: “Hunermed çi tiştê ku heyî weke keyfxweşiyê binav nake. Tişta herî baş û herî rast dixwaze. Vê jî bi kedê û heskirinê dixwaze. Hikumeta AKP’ê civakê bi sedê 50’yê perçe dike û îdia dike ku dê ‘civaka baş’ biafirîne.”

Erkeklî bibîrxist ku, huner tucarî bi rêyên zextê nayê helandin û wiha axivî: “Pêwîste zanîngehên me, ciwanên me li ser lingan bin. Pêwîste şanoyên me ên taybet, amator û profesyonel li ser lingan bin. Şano ji destpêka jiyanê ve qîma xwe pê ne aniye û têkildarî jiyanê bûye xwedî gotin. Em dê bi berdewam bêjin, heskirin, aştî, ked nirxên herî mezinin. Em dê şanoyê weke qadek ya bangêriya şer nake biparêzîn.”

ALKAYA: NE JI BERÎKÊN XWE JI BUTÇEYA GEL ALÎKARIYÊ DIDIN

Lîstîkvan Orhan Alkaya ku ji ANF’ê re axivî û got: “Êdî em ji vê zîhniyeta desthilatdar ya hikumetê ji hemû tiştên neyênî hêvî dikin” û ji bo gotina “krîterên exlaqî” jî ev tişt gotin, “Pêwîste destpêkê aşkera bikin ka qûralên exlaqî ên giştî ên civakê çi ne. Eger ji min bipirsin têgehekî weke; ‘exlaqê giştî ê civakê’ tiştek wisan tune ye. Tenê di civakên otorîter de dibe hebe. Her wiha têgehekî zextê ye.”

Alkaya anî ziman ku, Wezaret pere ji butçeya gel ji şanoyan re dişîne û bilêv kir ku “Ji fonê ku Wezareta Çandê bilav dike ji xwe hinek komên şanoyê sûdê jê nabînin û ev gotin hate gotin ‘ma yê ji me nebe çima em piştgiriyê bidinê’. Ji xwe ev xeteriyê rave dike. Ji ber ku Wezareta Çand yan jî hikumet ji berîka xwe sponsortiyê nake; ji butçeya gel digire. Ev nêzîkatî cûdakariyekî mezin çêdike.”

‘PÊWÎSTE TU HUNERMEND ÎMZEYÊ NE DE’

Alkaya anî ziman ku, “Gelo dê hunermendek îmzeyê ji bo protokolekî wiha bi avêje? Na avêje. Biçûk kirinekî gelek mezine. Eger şanoyek îmzeyê bide wê demê dê têkçûna exlaqî pêkbê. Me di demê derbeyê de birînên wiha jiyan kirin. Dixwazin hempîşeyan jî berdin hev. Ti mirovek rast yê şanoger nabêje ‘ezê li gorî quralên exlaqî ên civakê biçim’ û îmze bike. Eger bi avêje tê wateye ‘heya niha ez bê exlaqbûm, ji niha pê ve bê exlaq nabim’. Teahutek wiha xwestin faşîzme.”