Lîstikvan Buber: Dengê min jî ji HDP'ê re ye

Lîstikvan Yeşîm Buber da xuyakirin ku di hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê de ew ê destekê bide HDP'ê û got, "Bi danezana hilbijartinê ya HDP'ê re ketim nava coş û kêfxweşiyê. Ev demeke dirêj e pêwîstiya min bi coşeke bi vî rengî hebû."

Lîstikvan Yeşîm Buber da xuyakirin ku di hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê de ew ê destekê bide HDP'ê û got, "Bi danezana hilbijartinê ya HDP'ê re ketim nava coş û kêfxweşiyê. Ev demeke dirêj e pêwîstiya min bi coşeke bi vî rengî hebû."

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, ji her derdorê destekê dibîne.

'CHP Û AKP'Ê HÊVIYÊ NADIN'

Lîstikvana sînema û televîzyonê Yeşîm Buber daxuyanî da ANF'ê û diyar kir ku ew di demekê de hunermend nikarin xwe ji siyasetê vegirin Buber got, "Li ser navê xwe dikarim bêjim; di vê dema ku der heqê dirêjahiya etekê min, hejmara zarokên bînim dinyayê, ji kîjan zayendî hez bikim biryar tê dayîn de, di demeke ku kedê min ji bo li tecawizê rast bêm weke hincet tê dîtin de, di demeke ku xweza bi awayekî hovane tê qetilkirin de, xwe vegirtina ji siyasetê nepêkane."

Buber da xuyakirin ku AKP û CHP hêviyê nadin gelan, nadin wê û got, "Ya rast her du partî jî bi pratîkên xwe nîşan didin ku li ku ne. Ji xwe ti hêviyê nadin min."

'PÊWÎSTIYA ME BI COŞA HDP'Ê RÊ LI BER VEKIR HEBÛ'

Buber destnîşan kir ku ew ê destekê bide HDP'ê û got, "Aşkera ye ku em di demeke zehmet û krîtîk de ne. Hikûmeta nû ya di vê demê de ava bike, helwesta xwe ya alîgiriya azadiyê, yekgirtin û laîtiyê, ji bo pêşeroja Tirkiyeyê wê ji her demê bêhtir girîng be. HDP ku bi rastî jî xwedî ziman û nêzîkatiyeke nû ya li derveyî rêbaza siyaset û sozên hilbijartinê yên êdî me ji ber kirine, hêvî û coşeke mezin dide mirovan. Dengê min ji HDP'ê re ye. Dema min danezana hilbijartinê ya HDP'ê xwend ketim nava coş û kêfxweşiyê. Ev demeke dirêj e pêwîstiya min bi vê hebû."

KÎ YE?

Buber a di sala 1977'an de li Aydinê ji dayik bû, tecrûbeya xwe ya destpêkê di sala 1996'an de di sînemayê de wergirt. Lîstikvan Buber ku ji bo televîzyon û sînemayê û mijarên înformatîkê bername amade kir, bi fîlmê Înşaat re Xelata 9. a Sadrî Alişik wergirt.

FÎLMOGRAFÎ

Acayîp Hîkayeler - 2012
Zehîrlî Sarmaşik - 2011
Aîle Reîsî - 2009
Barda - 2007
Kaybolan Yillar - 2006
Yolda / Ruzgar Gerî Getîrîrse - 2005
Dolûnay - 2005
Uç Kîşîlîk Aşk - 2004
Arapsaçi - 2004
Înşaat - 2003
Çaylak - 2003
Gelîn - 2003
Serserî Aşiklar - 2003
Kirik Ayna - 2003
Bûlûtbey - 2002
Yeraltinda Dunya Var - 2001
Benîm Îçîn Aglama - 2001
Nasıl Evde Kaldım - 2001
Dedelerîmî Evlendîrîrken - 2000
Zeynep - 2000
Şaşi Felek Çikmazi - 2000
Aynali Tahîr - 1998
Bû Sevda Bîtmez - 1996