Lîstika YSK a BHQ’ê: Mazbata nadin kesên bi BHQ’ê hatine dûrxistin

YSK’ê ragihand ku mazbata nadin hevşaredar û serokên şaredariyê yên di hilbijartina 31’ê Adarê de hatine hilbijartin û yên bi BHQ’ê ji kar hatine dûrxistin. Mazbata wê bidin kesên di rêza duyemîn de bi serketine.

Yek ji cihên ku herî zêde HDP’ê li Amedê deng bi destxistî Rezan bû. Dîsa Zeyyat Ceyla di hilbijartina xwecihî de dengê herî zêde bi dest xistibû, dema mamosta bû bi BHQ’ê ji erkê hatibû dûrxistin. Dîsa Yilmaz Berkî di hilbijartina li navçeya Tuşba ya Wanê, Gulçîn Kaçmaz Sayyîgît li Ertemêtanê û li Ebexê jî Leyla Atsak bi BHQ’ê ji kar hatibûn dûrxistin.

Ji ber mijara kesên hatine dûrxistin û nedana mazbatayan îtiraz hatin kirin. Yek ji van îtirazan namzetê AKP’ê Huseyîn Beyoglû yê di rêza duyemîn de li Rezanê deng bi dest xistî, serî li YSK’ê da.

Balkêşe li çar navçeyên ku mijara gotinê ne di rêza duyemîn de dengên herî zêde bi dest xistî, namzetên AKP’ê ne.