‘Lîsteya rêxistinên terorîst’ a YE bi kêrî çi tê?
‘Lîsteya rêxistinên terorîst’ a YE bi kêrî çi tê?
‘Lîsteya rêxistinên terorîst’ a YE bi kêrî çi tê?
Ji aliyê yek ji welatên Ewropa yê girîng Elmanya ve hat diyarkirin ku di rastiyê de tu bandoreke lîsteya ‘rêxistinên terorîst’ a ji 2001’ê ve ji aliyê YE ve ketiye meriyetê tune ye. Wezareta Karên Hundir a Elman da xuyakirin ku li gor egera lîsteyê ji 2012’an heta niha tenê 203 Euro hatine cemidandin û dadgehê dest ji desteserkirina hesabê bankayê yê gelek kesên mexdûrê lîsteyê kişandiye.
‘Lîsteya rêxistinên terorîst’ a ji dawiya 2001’ê ve ji aliyê welatên Yekîtiya Ewropa ve ketiye meriyetê veguheriye koma pirsgirêkan. YE wê kîjan rêxistinê bike lîsteyê yan jî neke lîsteyê ku hê jî mijara nîqaşan e heta niha gelek tevgerên azadiyê ketine vê lîsteyê û gelek kes jî wek “gumanbarê asayî” mexdûr bûn.
Li hember rêxistin û kesên dixin lîsteyê bê pêkanîneke çawa tê kirin timî mijar e. Têkildarî mijarê Wezîrê Karên Hundir ê Federal agahiyên balkêş dan pêşnûmepirsa Parlamenterên Çepgir ên Elman Ulla Jelpke, Jan van Aken û Antette Groth.
JI BER LÎSTEYÊ 3 KES DI GIRTÎGEHÊ DE NE!
Wezareta Karên Hundir diyar kir ji rêxistinên di lîsteyê de PKK, DHKP-C, Babbar Khalsa û Pilingên Rizgariya Tamîl Eelam (LTTE) li Elmanya aktîf in û got, "Ji kesên di lîsteyê 25 şexs li Elmanya dijîn. Ji wan 3 kes di girtîgehê de ne.”
Lê belê Elmanya bi taybet ku tu pêkanîneke bi bandor li hember komên radîkal ên Îslamî nake balê dikişîne. Wezaretê ragihandin ku li hember El Qaîde û Talîban a di “lîsteya rêxistinên terorê” ya NY de cih digirin der barê 21 kesan de 11360 Euro ceza hatiye birîn.
Ji 2012’an ve jî bi gumana “terorîst” tenê 203,97 Euro’yê kesekî hatiye cemidandin. Di 50 bûyerên cuda de jî der heqê 50 kesên mexdûrê lîsteyê de ji ber alîkariya penaberiyê û civakî nagirin dadgehê dest nedaniye ser hesabên wan ên di bankayê de.
FATUREYA 11’Ê ÎLONÊ YA BO YE’YÊ!
Piştî êrîşa 11’Ê Îlonê şûnde rêveberiya Washîngtonê bi hinceta ‘pêşîgirtina terorîzma navneteweyî’ zext li Yekîtiya Ewropayê kir. Di Qanûna 2001’ê de bi YE’yê ji ber zexta DYA’yê neçar ma lîsteya Rêxistina Terorê ava bike. Di Qanûna 2001’ê de lîste hate aşkerakirin û li lîsteyê de ETA, Rêxistina 17’ê Mijarê ya Yewnanîstanê, Hîzbullaha Lubnanê, Cîhada Îslamî û Hamas jî di nav de bi giştî 12 rêxistînan cih girt.
Ji ber ku Hollandayê xwe spart pêkanîna lêkolîna nasandina welatên endam a ji lîsteyê û li dij derket PKK 6 mehan di lîsteyê de tune bû. Rayedarê Payebilind ê Wezareta Karên Derve yê DYA’yê Paul Bermer di paneleke ku li Amsterdamê pêk hat de Hollanda tehdîd kir û Hollandayê şûnde gav avêt. Di encama daxwaza Tirkiyeyê û zextên DYA’yê de Komîsyona Ewropayê di 2’ê Gulana 2002’an de PKK dîsa xist lîsteyê. YE kes, rêxistin û organîzasyonên ku dike vê lîsteyê dişopîne.
Heta niha navên ku di lîsteyê de ne li tevayî YE’yê li dijî wan hinek operasyon hatin kirin, dest danîn ser hesabên wan yên bankayê û hebûna wan hate cemidandin. Lê li gorî hiqûqnasên Ewropayê û parêzvanên mafê mirovan lîste bi pirsgirêke û navên di lîsteyê de beyî ku parastina wan bêkirin tê avakirin.
Her wiha kesên navê wan di lîsteyê de derbas dibin û berhevkirina hemû agahiyên wan tên û hatiye gotin ku li dijî qanûnê ye. Rektorê Konseya Ewropayê Dîck Martyî ji destpêkê de ye lîsteyê bi zimanekî tund rexne dike. Marty da zanîn pêvajoya diyarkirina lîsteyê ji serî de bi şaşiyan tijî ye û carina gelek kes ji ber bûyerên bi rêzê dikevin lîsteya reş.
Her tim bû mijara gotinê ku dîplomatê Ewropayê kîjan taybetiyan digire dest û heta niha gelek kesî serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) îtîraz kirine. Heta DMME’yê Komîsyona Ewropayê hişyar kir.
Ji ber pêvajoya aştiyê ya Bask û Îrlandayê ETA û Real Ira ji lîsteyê hatin derxistin. Mucahîdên Gel ên bi rejîma Îranê re têdikoşiyan jî serî li Dîwana Edaletê a Ewropayê a Dadgeha Bilind a YE’yê dan û serlêdana wan hat qebûlkirin. YE’yê ev rêxistin 2009’an de ji lîsteyê derxist. Di vê lîsteyê de niha 25 rêxistin û kom cih digirin.
DAIŞ HÊ NE DI LÎSTEYÊ DE YE
Piştî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ya li hemberî Êzidiyan û piştî mudaxaleya YPG/YPF û HPG/YJA-STAR’ê ku gel ji komkujiyê rizgar kir şûnde hat rojevê ku PKK ji lîsteya terorê derkeve. Çapemeniya Ewropayê der barê vê de nûçe çêkirin û gelek siyasetmedaran banga PKK’ê ji lîsteya Terorê derxin kir.
Lê li gel hemû banga PKK hê ji lîsteyê nehatiye derxistin û her wiha parlamentera Elman Jelpke jî got ku hê DAIŞ nexistine lîsteya terorê.
JELPKE: BILA LÎSTE BÊ RAKIRIN
Jelpke diyar kir ku komên wisa li dijî hebûna mirovahiyê bi tehdîd in divê bigirin lîsteya terorê û got: “Ji bo pêşîgirtina DAIŞ’ê divê demildest DAIŞ bikeve lîsteyê."
Jelpke da zanîn ku mîlîtanên PKK’ê bi hezaran Êzidî ji komkujiyê rizgar kiriye û lê li gel vê yekê PKK hê di lîsteyê de û divê demildest YE, PKK’ê ji lîsteyê derxe.