Li Zurîhê 10 hezar kes ji bo Efrînê hatin ba hev
Li Zurîhê 10 hezar kes ji Efrînê hatin ba hev û êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Efrînê şermezar kirin.
Li Zurîhê 10 hezar kes ji Efrînê hatin ba hev û êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Efrînê şermezar kirin.
Berdevkê YPG’ê yê Efrînê Nûrî Mehmûd bi rêya telefonê beşdarî meşê bû û got, “Ew ê gelê Efrînê heta dawiyê li ber xwe bide.”
Mehmûd got ku, “Berxwedana ku sînoran derbas dike, hêzeke mezin dide me. Em gelê xwe yê li Ewrûpayê silav dikin û dibêjin divê berxwedan geştir bibe.”
10 hezar kes li bajarê Zurîhê yê Swîsreyê hatin ba hev û êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.
HER DER EFRÎN HER DER BERXWEDAN
Gelek sazî, dezgeh û partiyan piştgirî dan meşê û ji biçûkan heta mezinan her kesî hêrsa xwe ya li hemberî dewleta Tirkiyeyê nîşan dan. Di meşê de sloganên ‘Erdoğanê terorîst’, ‘Her der Efrîn e, her der berxwedan e’ hate berzkirin.
Li ser guzergeha meşê li ser pir û kargehan alayên YPG û YPJ’ê hatin daliqandin û ciwanên Kurd fîşekên hewayî teqandin.
BERDEVKÊ YPGÊ: BERXWEDANA LI EWRÛPAYÊ HÊZÊ DIDE ME
Berdevkê YPG’ê yê Efrînê Nûrî Mehmûd bi rêya telefonê beşdarî meşê bû û got, “Ew ê gelê Efrînê heta dawiyê li ber xwe bide.”
Mehmûd got ku, “Berxwedana ku sînoran derbas dike, hêzeke mezin dide me. Em gelê xwe yê li Ewrûpayê silav dikin û dibêjin divê berxwedan geştir bibe.”
EM Ê KOLANAN NETERIKÎNIN
Piştî meşê girseyê li Helveîaplatzê mîtîngek li dar xist. Di mîtîngê de hate diyarkirin ku divê gelê me yê li Ewrûpayê dev ji kolanan bernede û çalakiyên xwe geştir bikin.