Li Zûrîh û Bernê şehîd hatin bibîranîn

Li Swîsre, li bajarên Zûrîh û Bernê şervanên ku di demên berê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn.

ZÛRÎH

Ulaş Adalî (Gokhan Taşyakan), berdevkê HBDH’ê û fermandarê BOG, endamê Komîteya Navendî ya Partiya Komunaran a Şoreşger (DKP)ku di şerê dijî DAIŞ’ê li Rojava jiyana xwe ji dest dayî bi bernameyekê hate bibîranîn.

Di bîranînê de ku ji hêla DKP’ê ve hatibû amadekirin deqeyek rêz ji bo şehîdên şoreşê hate girtin. Di bernamê de sînevizyoneke bi mijara ragihandina Tevgera Şoreşger  Yekbûyî ya Gelan (HBDH) û têkoşîna Adalî ya di rêya şoreşê de hate nîşandan.

Di bernamê de hate gotin li dijî îmha, qirkirina li Kurdistanê û Tirkiyê bi berxwedaniya hevpar a gelan wê têkoşîn were kirin û êrîş werin şikandin. Hate gotin ku Rojava bi berxwedana xwe ji gelên çewisandî re bûye mînak û Ulaş Adali bi Şoreşê, bi têkoşîna di rêya azadiyê de bûye nemir.

BERN

Li Bernê jî bernameyeke bîranînê hate kirin.

Arjîn Deniz (Şukran Turk) ku 26’ê Hezîrana 2017’an li Amedê, li qada Akdagê di şer de şehîd bûyî û 10 gerîla hatin bibîranîn.

Li Navenda Civaka Kurdistaniyên Demokratîk bi tevlêbûna bi sedan Kurdistaniyan bername bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û sînovîzyonek ji bo bîranîna şehîdan hate nîşandan.

Di bernameyê de li ser navê malbata Arjîn Denîz, Hevberdevkê Swîsreyê yê Navenda Civaka Kurdistaniyên Demokratîk û komîsyona Malbata Şehîdan axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hate gotin ku di şexsê Arjîn de 11 şervanên ku jiyana xwe ji dest dane bi hurmet û minet bi bîr tînin.

Bi dirûşma ‘şehîd namirin’ bername qediya.