Li Zurîh ciwanên Kurd 17 hezar û 500 îmze kom kirin

Li Zurîh ciwanên Kurd 17 hezar û 500 îmze kom kirin

Ciwanên Kurd ên li bajarê Zurîh ê Swîsre dijîn di çarçoveya kampanyaya îmzeyan a ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 17 hezar û 500 îmze kom kirin. Ciwanan dan xuyakirin ku ev 4 mehên dawî giranî dane komkirina îmzeyan û dixwazin bigihêjin hedefa xwe ya 20 hezar îmzeyan.

Ciwanên Kurd dan xuyakirin ku her roja Şemiyê li Bahnofstrasse derdikevin komkirina îmzeyan û bi taybet ji aliyê hemwelatiyên Swîsreyê ve bi bertekên erênî re rû bi rû tên. Ciwanan her wiha gotin ku di vê pêvajoya dawî de jî rastî hewldanên provokatîf ên hin komên nîjadperest jî tên.  

Aysel Gozuboyuk a li ser navê Meclîsa Ciwanan a Ronahî daxuyanî da ev xusûs anîn ziman: “Em ê wek Meclîsa Ciwanan a Şehîd Ronahî kampanyaya îmzeyan a ji bo azadiya Rêbertiya me bi heman lezê  berdewam bikin. Wek ciwanên Kurd ên li Swîsreyê li hemberî tecrîda li dijî Rêbertiya xwe û êrîşên dawî yên li dijî gelê me yê Rojavayê Kurdistanê bi azadkirina Rêberê xwe em ê bikarin hêrsa xwe kêm bikin.”

Ayten Înal jî ku li ser navê Komîteya Meclîsa Ciwanan a Şehîd Ronahî axivî wiha got, “Her kes dikare li her cihê lê dimîne îmzeyan kom bike.”

Meclîsa Ciwanan a Ronahî da diyarkirin ku, xebatên wan berdewam dikin û di kampanya îmzeyan de jî ber bi dawiyê ve diçin. Meclîsê destnîşan kir ku, wan sê hefte ji xwe re weke seferbertî îlan kirine.