Li Zurichê Komkujiya Parîsê hate protesto kirin

Li Zurichê Komkujiya Parîsê hate protesto kirin

Li ber deriyê Sefaretxaneya Fransa ya li bajarê Zurich yê Swîsreyê komek ya endamên Meclisa Jinan ya Bêrîtan ji bo dîtina kujerên Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan ku 9’ê Çileyê li Parîsê bi awayek hovane hatin qetilkirin çalakiyek ya protestoyî pêkanîn.

Di çalakiyê de di şexsê 3 jinên şoreşger de li ser giyanê tevayî kesên di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqîqeyek rêz hate girtin.

Piştî rêzgirtinê dosyaya bi ser navê ‘Em edaletê dixwazin’ ya ji aliyê Meclisa Jinan ya Bêrîtan ve hatî amadekirin, ji aliyê jinên çalakvan ve dan rayedarên sefaretxaneyê.

Dema ku dosya hate radestkirin li gel çepikan sloganên ‘Em edaletê dixwazin’, ‘Qatilên ku rêhevalên me yên jin yên şoreşger qetilkirine bibînin’, ‘Bijî PKK’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Sara, Leyla, Fîdan bêmirinin’ hatin qîrîn.

Di axaftinên ku hatin kirin de, balkişande ser ku li rexmî zêdetirî sê mehan li ser bûyerê derbazbû jî heya niha rayedarên Fransayê yên lêpirsînê birêve dibin, di derbarê kiryaran de daxuyanî û agahdariyek baş nekirine. Di çalakiyê de hate xwestin ku, demek ji demekê zûtir komkujî were zelalkirin û kujeran derxînin beramberî edaletê.