Li Zurîch Dayîkên Aştiyê bo Ocalan serdanan pêk tînin

Li Zurîch Dayîkên Aştiyê bo Ocalan serdanan pêk tînin

Li Paytext Zurîch ya Swîsreyê înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê bi armanca balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo kampanyaya îmzeyan ya ji bo azadiya Ocalan çû serdana navenda yekitiya dêran ya bajar û Partiya Keskan. Dayîkan der barê mijarê de dosyayek pêşkêş kir.

Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê ya girêdayên Meclisa Jinan ya Berîtan ya Zurîchê çû serdana buroya ku dêrên bajar girêdayê wêne û bi rayedaran re hevdîtin pêk anî. Di hevdîtnan de dayîkan balkişand ser tecrîda ser Ocalan û dosyayek pêşkêşî wan kir. dayîkan banga hîstiyariyê kir.

Dayîkên Aştiyê di demjimêrên êvarê de jî çûn serdana Partiya Keskan ya Wînterthurtê. Dayîkên aştiyê li vir bi serokên partiyê re hevdîtin kirin û di derbarê rewşa Ocalan û pirsgirêka Kurd de dosyayek pêşkêş kir. her wiha dayîkan balkişand ser tecrîdê û formên îmzeyan da wan. Hevdîtin nêzî demjimêrekê berdewam kir. Serokê Partiya Keskan got ew ji rewşa kurdan agahdarin û soza piştgiriya ji bo kampanyaya îmzeyan da.