Li Zurich, Bruksel û Den Haagê komplo tê protesto kirin

Li Zurich, Bruksel û Den Haagê komplo tê protesto kirin

Kurdistaniyên ku li Ewropayê jiyan dikin, komploya navnetewî a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto dikin. Di dawiya hefteyê de jî Kurdistaniyên li Swîsre, Belçîka û Holandayê jiyan dikin dê xwepêşandanên protestoyî pêkbînin.

Dê komploya navnetewî a 9’ê Cotmehê li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêkhat, 12’ê Cotmehê li paytextê Belçîka Brukselê meşek protestoyî tê lidarxisti.

Meşa ku dê di demjimêr 13:00’an li ber îstasyona trenê Nord ya li paytextê Belçîka Brukselê bê lidarxistin, dê li qada Schuman ya ku avahiyên Yeketiya Ewropayê lê ne bidawî bibe.

Têkildarî meşa ku ji aliyê Federasyona Kurdên li Belçîka (FEK-BEL), Serokê FEK-BEL’ê Salih Uçar daxuyaniyek nivîskî weşand û got: “15 sali li pey komploya navnetewî a li dijî Serok Abdullah Ocalan man, lê tekoşîna mezin ya Ocalanê ku li Îmraliyê dîl tê girtin û gelê Kurd komplo vala derxistiye. Di serî de li Kurdistanê weke ku li her derê çêbûyî li Belçîkayê jî gel xwe ji bo azadiya Ocalan amade dike.”

Komploya 9’ê Cotmehê dê li bajarê Zurich yê Swîsreyê bê protesto kirin.

Meşa ku dê 12’ê Cotmehê di demjimêr 17:00’an de li Helvetiaplatzê pêkbê, dê Meclisa Gel ya Kurd, FEKAR, tevgera ciwan û jinên Kurd ya li Swîsreyê û her wiha pêkhateyên platforma demokratîk beşdar bibin.

Meşa ku dê kurê Hevserokê PYD’ê Salih Muslim, Şervan Muslim jî were bîranîn, hate diyarkirin ku Kurdistaniyên tevayî Swîsreyê dê beşdar bibin.

Li bajarê Den Haag ê Holandayê jî dê heman rojê xwepêşandanên protestokirina komployê pêkbên. Meşa ku di pêşengiya Tevgera Ciwananên Meclisa Gel ya Den Haagê bêlidarxistin, di demjimêr 13:00’an li ber komeleya Kurd ya li Radarstraatê destpê bike.