Li Zûgê komuna Şehîd Dijwar Agir ava bû

Kurdistaniyên li kantona Zûgê ya Swîsreyê, doh kongreyek pêk anîn û Komuna Dijwar Agir ava kirin.

Kongre bi beşdariya 40 delegeyî pêk hat. Di encamê de bi navê gerîlayê HPG'ê Dijwar Agir (Îsmet Er) komun hate avakirin ku Agir ê ji Swîsreyê tevlî nava refên têkoşîna azadiyê bû, 10'ê Îlona 2018'an li Şirnexê di şerê dijî dewleta Tirk de şehîd bû.

Piştî nirxandina pêvajoya siyasî, meclîsa ji 30 kesî û komîsyonên têkiliya bi gel re, têkiliyên bi derve re û komîsyona jinan hatin hilbijartin.

Kongre piştî hilbijartinê bi qîrîna dirûşma "Bijî Serok Apo" qediya.