Li bajarê Tirkiye Zonglûdakê di Ocaxa Komira Kevir a Saziya Komira Tirk de teqîn pêk hat. Di teqînêde 5 karker di bin kavil de man û jiyana xwe ji dest dan.
Di Ocaxa Komira Kevir a Muesseseya Kozlu ya Saziya Komira Kevir a Tirkiyeyê ku 630 metre di bin erdê de ye teqîn û hedimîn pêk hat.
Di teqînê de 5 karkerên komirê di bin kavil de man û jiyana xwe ji dest dan. Hate zanin ku hêj 3-4 karkerên din jî di bin kavil de mane û winda ne.