Li Zaxo qeza: 12 kesan jiyana xwe ji dest da

Li Zaxo qeza: 12 kesan jiyana xwe ji dest da

Li Herêma Federal a Kurdistanê qezaya Zaxo tankerek petrolê qulipî û agir pêket. hat ragihandin ku 12 kesan jiyana xwe ji dest daye û 14 kes jî birîndar bûne.

Dûh êvarî li Herêma Federal a Kurdistanê li qezaya Zaxo ya girêdayî Duhokê tankerek petrolê li ser rê qulipî û agir pê ket û di encama wê de nêzî 13 maşîneyên din ên li ser rê jî şewitîne. hat ragihanidn ku12 kesan jiyana xwe ji dest daye, 14 kes jî birîndar bûne.

Ekîbên rizgarkirinê û yên agirkuj sewqî cihê bûyerê hatine kirin.

Ta niha di derbarê nasnemeya kesên jiyana xwe ji dest dayîn de agahî nehatîne standin.