BI DÎMEN

Li Zanîngeha Strasboûrgê, konferansa li ser berxwedan û dîroka Kurdistanê

Li Zanîngeha Strasboûrgê, bi sernavê 'Dîroka Kurdistanê û rastiya gelekî şervan' konferansek hate lidarxistin.

Konferans ji aliyê kolektîfa 'Alsace Solîdarîtê Kurdistan' ve hat organîzekirin û li Înstîtût Le Bel a ser bi Zanîngeha Strasboûrgê pêk hat.

Derhênerê Fransayî Lûîs Mîranda, xwendekarê doktora yê dîroka hemdem Andrea Benedettî, Parlamenterê HDP'ê Faysal Sariyildiz û nûnera Komeleya Jinê ya Zîn weke qiseker beşdarî konferansa bi sernavê 'Dîroka Kurdistanê û berxwedana gelekî şervan' bûn.

Ji qisekeran dîroknas Andrea Benedettî di destpêkê de axivî û bi kurtasî qala dîroka Kurdistanê kir.

Derhêner Lûîs Mîranda piştre mafê axaftinê girt û bal kişand ser zor û zehmetiyên ku di dema kişandina fîlm de li Tirkiyeyê derketin pêşiya wî. Mîranda her wiha işaret bi berxwedana gel kir.

Herî dawî Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz peyivî û komkujiyên di salên dawî de li Kurdistanê tên kirin, girtin, binçavkirin û têkoşîna li Rojavayê Kurdistanê nirxand. Sariyildiz, li ser referandûma 16'ê Nîsanê jî nêrînên xwe anî ziman.

Di konferansê de, bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pasta hat birîn. Konferans bi pirs û bersivan qediya.