Li Zanîngeha Munsterê çanda Kurdan

Li Zanîngeha Munsterê çanda Kurdan

Li Zanîngeha Munsterê Yeketiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK)  têkildarî çanda kurdan çalakiyek li darxist. Di çalakiya ku li Westfalischen Wilhelms-Universitat ya Munsterê hate pêkanîn, dîrok, erdnîgariya Kurdistanê û mozaîka çandan ya li Kurdistanê bi xwendekarên ji welatên cûda hatî da nasîn.

Di çalakiyê de balkişande ser Kurdên di dorpêça komkujiya çandî de û her wiha hate gotin ku, pir girînge ku gelê Kurd ji aliyê gelên din yên li Kurdistanê jiyan dikin ve bê naskirin. Weke din jî di çalakiyê de tiştên ku mozaîka çandî tehdît dikin çine, li hemberî vana dikarin tekoşînek çawa bidin û di vê mijarê de peywirên ku dikevin ser milê ciwana çine hatin dest girtin. Piştî pêşkêşkirinê li ser pêvajoya çareseriyê, dîrok û çandê pirs hatin kirin û nîqaş hatin kirin. Xwendekarên Ewropî di derbarê pêvajoya ku piştî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 21’ê Adarê Newroza Amedê de da destpêkirin, gelek pirs pirsîn.

Piştî nîqaşan derbazî beşa nasandina Cigerxwîn û berhemên wî bûn. Di çalakiya ku hinek berhemên Cigerxwîn bi beşdarvana re hatin parvekirin, piştre hinek xwarinên ji mitfaqa Kurdan pêşkêşî xwendekaran hatin kirin. çalakî piştî koma muzîkê ya ji xwendekarên Kurd pêktê derketin ser dikê, bidawî bû.