Li Zanîngeha Hannoverê ciwan pêvajoya çareseriyê nîqaş dikin
Li Zanîngeha Hannoverê ciwan pêvajoya çareseriyê nîqaş dikin
Li Zanîngeha Hannoverê ciwan pêvajoya çareseriyê nîqaş dikin
Li bajarê Hannover a Almanyayê bi sernavê ‘Çareseriya pirsgirêka kurd û demokatîkbûna Tirkiyeyê’ konferans pêk tê. Konferansa bi organîzasyona gelek xwendekaran pêk tê, nêrînên xwe yên der barê pêvajoya çareseriyê de tînin cih.
Gelek rêxistinên xwendekaran yên kurd, alman û yên cuda li Hannoverê di konferansê de hatin cem hev. Konferansa ku nêzî 100 kesî guhdarî kir, nûnerê YXK’ê Thomas Marburger axaftina vekirinê kir.
Marburger balkişand ser pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin û geşedanên Kurdistan û Tirkiyeyê vegot. Marburger got ji bo pêşveçûna pêvajoyê divê ciwan rola xwe bilîzin, ji ber ku herî zêde ew zextan dibînin.
Marburger zextên li ser ciwan û xwendekaran bibîranî û got di berxwedana Geziyê de guherîna ciwanan çiqas girînge derket holê.
Runiştiya yekemîn ya konferansê bi ser navê ‘Çareseriya pirsigrêka kurd: Konfederalîzma demokratîk’ pêk hat. Runiştin bi moderatoya Petro Nares pêk hat. Mehmet Tag axivî û polîtîkayên çewisandinê yên liser ciwanan ve got û wiha got: “Ji bo bi dawîkirina polîtîkayên krîmînalîzekirinê divê hemû ciwan bikevin nava hewldanan.
Vedat Urun jî Konfederalîzma Demokratîk vegot. Endama YXK Delal Ozge jî koma jinan a nû ya jinan YXK Jin vegot.