Li Zanîngeha Goetheyê panela 'Şerê Efrînê: Made in Germany'
Li Zanîngeha Goethe ya li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê bi sernavê "Şerê Efrînê: Made in Germany" panelek hate lidarxistin.
Li Zanîngeha Goethe ya li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê bi sernavê "Şerê Efrînê: Made in Germany" panelek hate lidarxistin.
Dewleta Tirk a dagirker, ji bo dagirkirin û qirkirina Kurdan bi çekên Elman êrîşî Efrînê kir. Bikaranîna çekên Elman di êrîşa dagirkeriyê de, li Zanîngeha Goethe ya li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê bi panelekê hate nirxandin.
Nêzî 200 kes tevlî panelê bûn û rola dewleta Elman a li Efrînê di şerê qirkirinê de hate nîqaşkirin.
Dayina her şêwe çekan ji bo artêşa Tirk a dagirker û hewldana ji bo krîmînalîzekirina çalakiyên li Elmanyayê yên ji bo xwedîderketina li Efrînê bi dorfirehî di panelê de hatin nirxandin. Gelek xwendekar tevlî panelê bûn.