Li Kampusa Cebecî ya Zanîngeha Enqereyê di navbera komek ya faşîst û xwendekarên şoreşger, demokrat û welatparêz de demek kurt rageşiyê rû da.
Komek ya faşîstan ji derve hatin Kampusa Cebecî ya Zanîngeha Enqereyê û piştî tevlî “Sempozyûma Hiqûqa Deynan” ya ji aliyê Partiya Yeketiya Mezin (BBP) û koma binavê Turkuaz ve hatî ve organîzekirin bûn, di navbera koma faşîst û xwendekarên şoreşger, demokrat û welatparêz de demek kurt rageşî derket. Polîsan bibombeyên gazê êrîşê xwendekarên şoregşer, demokrat û welatparêzkir, lê belê mudaxeleyî ulkucuyan nekir. Piştî ku koma ulkucu derxistin derve, xwendekarên şoreşger, demokrat û welatparêz li ber Fakulteya Siyasetê kombûn. Xwendekaran bang kir ku, di kantîna Fakulteya Siyasetê de meşekê bikin, piştre ji Kampusa Cebecî heya Cadeya Yuksel meşiyan û sloganên “Cebecî dê ji faşîzmê re bibe goristan”, “bimire faşîzim, bijî tekoşîna me” qêriyan. Xwendekarên ku gihan Cadeya Yuksel belavbûn.