Li Yukselê roja 315'an: Nikarin me asteng bikin
Çalakgerên Kolana Yukselê yên ji bo piştgiriyê bidin Nuriye û Semîh, di roja 315'an de çalakiya xwe berdewam kirin. Çalakgeran diyar kirin ku nikarin wan asteng bikin ku xwe bigînin Nûriye û Semih.
Çalakgerên Kolana Yukselê yên ji bo piştgiriyê bidin Nuriye û Semîh, di roja 315'an de çalakiya xwe berdewam kirin. Çalakgeran diyar kirin ku nikarin wan asteng bikin ku xwe bigînin Nûriye û Semih.
Nûriye Gulmen û Semih Ozakça 195 rojin di greva birçîbûnê de ne. Çalakiya Esra Ozakça jî di roja 120'an de berdewam dike. Çalakiya li Kolana Yukselê ya ji bo Nuriye Gulmen û Semih Ozakça di roja 315'an de didome. Çalakgerên li Kolana Yukselê kom bûn, bertek nîşanî rûniştina doza Gulmen û Ozakça ya 28'ê îlonê dan û diyar kirin ku wê nikaribin wan asteng bikin ku xwe bigînin Nuriye û Semih.
Çalakgerên li kuçeya Konur a Kolana Yukselê bi daxwaza "Em karê xwe paş ve dixwazin" kom bûn, xwestin li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a polîsan bi beriyeran dora wê girtiye daxuyanî bidin. Di ketina kuçeyê de polîsan pêşiya çalakgeran girt û destûr nedan biçin daxuyaniyê bidin. Kedkarên ku polîsan rêya wan girt, li pêş polîsan daxuyanî dan. Komê li kolanê pankarta “Çalakiya grevê ya Nuriye û Semih di roja 195'an de ye", "Bila Nuriye û Semih dîsa hildin kar", "Parêzerên gelan rûmeta me ye" û "Bila parezeren Nuriye û Semih bên berdan, Bila Nazife Onay bê berdan" vekirin. Çalakgeran bê navber dirûşmeyên “Bila Nuriye, Semih dîsa hildin kar" û "Bijî berxwedana me ya grevê" û "Em gel in, mafdar in em ê bi ser bikevin." berz kirin
NÛRIYE Û SEMÎH NE BI TENÊ NE
Karker û çalakgeran dema dirûşme berz kirin polîsan êrîşî wan kir. Çalakgeran li Kolana Konurê bertek nîşanî êrîşa polîsan dan û di ber xwe dan. Çalakgeran li dijî êrîşa polîsan gotin "Biryar dan ku rûniştina doza Nuriye û Semih li Girtîgeha Sincanê bê dîtin. Lê wê nikaribin me asteng bikin ku em xwe bigînin Nuriye û Semih. Nuriye û Semih ne bi tenê ne." û bertekên xwe anîn ziman. Çalakî bi çepikan bi dawî kir.