Li Yukselê roja 306’an: Em di 14'ê Îlonê de li Edliyeya Enqere ne

Çalakiya Kolana Yukselê ya ‘Em karê xwe paşve dixwazin’ di roja 306'an de berdewam kir. Polîsan dîsa mudaxaleyî çalakiyê kir. Çalakgeran banga tevlêbûna rûniştina doza Gulmen û Ozakça ya di 14'ê Îlonê de kir.

Çalakiya karkerên bi BHQ (Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan) ji kar hatin avêtin çalakiya xwe ya Kolana Yukselê di 306'an de berdewam dike. Piştî akademîsyen Nuriye Gulmen û Mamoste Semih Ozakça ku ji bo mafê xwe bistînin ketibûn greva birçîbûnê piştî hatin girtin jî çalakiya xwe berdewam dikin.

Berxwedana greva birçîbûnê ya li Nexweşxaneya Kampusa Înfazê ya Sîncanê di roja 186'an de berdewam dike. Kedkarên ku ji bo mafê xwe bixwazin û piştgiriyê bidin çalakiya Gulmen û Ozakça di roja 306'an de dîsa li Kolana Yukselê kom bûn û çalakiya xwe berdewam kirin. Kedkarên xwestin li pêş Bîrdariya Mafên Mirovan çalakiyê pek bînin, rastî astengiya polîsan hatin. Kedkarên li kolana Konurê kom bûn,

Pankarta ‘Nuriye û Semih 186 rojin di grevê dene’, ‘Bila Nuriye û Semih dîsa li karê xwe vegerin’ û ‘Ji bo Nuriye û Semih em di 14'ê Îlonê de saet di 13:30'an de li pêş Edliyeya Enqereyê ne’ vekirin û li vir daxuyanî dan. Mîmar Alev Şahîn a hatiye îxrackirin, tevî hişyariyên polîsan daxuyanî da û bal kişand ser rewşa Gulmen û Ozakça. Şahin, diyar kir ku Nuriye û Semih 186 rojin ji bo mafê xwe bistînin di greva birçîbûnê dene û tenê bi xwê, şekir û avê li ser piyan in û wiha got: "Tev bûne cerm û hestî. Van mirovan çi kiriye ji we. Gelo dizî kirine. Mirov kuştine? Tenê karê xwe dixwazin. Keça wekîlên AKP'ê di heyvekê de dîsa dixin karê wê. Lê Gulmen û Ozakça nabînin. Di 14'ê Îlonê de rûniştina doza wan heye. Em bang li her kesî dikin ku beşdarî rûniştina doza wan bibin.

Hêj daxuyaniyê berdewam dikir polîsan çalakger ji kolana Konurê dahv dan û ew ji kolanê dûr xistin. Çalakgeran diyar kirin ku mirovê 80 salî dahf didin û wan bi erdê re kaş dikin. Lê çi bikin bila bikin ew ê çalakiya xwe berdewam bikin û mafê xwe heta dawî bixwazin. Ewê bi ser bikevin. Nuriye û Semih wê bi ser bikevin" û bertekên xwe anîn ziman.

Çalakî bi dirûşme û  çepikan bi dawî bû.