Li Yewnanistan û Kolombiyayê parêznameya ‘Sosyolojiya Azadiyê’ hat nîqaşkirin
Parêznameya Rêber Apo ya bi navê ‘Sosyolojiya Azadiyê’ di çalakiyên li bajarê Hanya yê Yewnanistan û gelek bajarên Kolombiyayê de hat nîqaşkirin.
Parêznameya Rêber Apo ya bi navê ‘Sosyolojiya Azadiyê’ di çalakiyên li bajarê Hanya yê Yewnanistan û gelek bajarên Kolombiyayê de hat nîqaşkirin.
Li bajarê Hanya ADM’ê û Însiyatîfa Navneteweyî çalakiyek lidar xist. John Holloway li ser platforma Zoomê pêşkêşiyek kir û gelek kes tevlî vê bûn.
Di çalakiyê de li ser pêdiviyên pêşxistina zanistên civakî û nêzîkatiyên nû yên tevgerên demokratîk nîqaş hatin kirin. Beşdaran der barê parêznameyê de nêrînên xwe parve kirin û behsa girîngiya pêkanînên herêmî û pêwîstiya xebata bi civakê re kirin.
Her wiha li bajarên Bogota û Manîzales ên Kolombiyayê jî, der barê ramanên Rêber Apo ku îlham dide nîqaş hatin kirin.
Li bajarê Bogotayê, bi beşdariya ciwan, zarok û mezinan civîneke komî hat lidarxistin. Li vir xwarin hatin amadekirin û piştre ji parêznemaya ‘Sosyolojiya Azadiyê’ hin beş hatin xwendin. Di civîna li vir de li ser avakirina cîhaneke nû nîqaş hatin kirin.
Li bajarê Manizalesê jî li ser nivîsên Rêber Apo çalakiyeke hunerî hate organîze kirin. Di çalakiya li vir de jiyana Rêber Apo û têkoşîna gelê Kurd hat danasîn. Hunermendên xwecihî bi wêneyek a li ser dîwar ku li ser wê nivîsa ‘Rêya ciwanan rêya azadiyê ye’ piştgiriya xwe diyar kirin.