Li Yewnanîstan, Avûstûrya û Îngiltereyê ji bo Efrînê çalakî hatin lidarxistin
Li Yewnanîstan, Avûstûrya û Îngiltereyê ji bo piştevaniya berxwedana Efrînê û şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk çalakî hatin lidarxistin.
Li Yewnanîstan, Avûstûrya û Îngiltereyê ji bo piştevaniya berxwedana Efrînê û şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk çalakî hatin lidarxistin.
YEWNANISTAN
Li bajarê Lavîro yê Yewnanîstanê meş û çalakiya rûniştinê hate lidarxistin.
Kurdên li ber kampa Lavîroyê li hev civiyan dirûşmeyên ‘Faşîst Tirkiye’ , ‘Dîktator Erdogan’ û ‘Şehîd Namirin’ berz kirin. Çalakgeran her wiha bi dirûşmeyan dest bi meşê kirin û alên PKK, YPG û YPJ’ê hildan.
Piştî meşê gel li navenda bajêr kom bûn û daxuyanî hate dayîn. Soro Yildiz daxuyaniya li ser navê Meclîsa Jinan a Lavîroyê xwend û hate gotin ku heta êrîşên li ser Efrînê bidomin wê li her cihê Ewropa û Kurdistanê ji bo Efrînê çalakî werin lidarxistin.
Yildiz diyar kir ku Efrîn ne bi tenê ye û wiha domand; “Bedelê wê çi dibe bila bibe em ê bi biryardariyekî mezin parastina xaka xwe bikin. Heya ku êrîş bidomin li Kurdistan û Ewropayê em ê li qadan bin û Kurdistan wê ji Erdogan re bibe goristan”.
AVÛSTÛRYA
Li paytexta Avûstûrya Viyanayê jî êrîşên dewleta Tirk a mêtînger yên li ser Efrînê hate protestokirin. Çalakiya kon a çalakgeran a li ber NY ku roja Dûşemê dabûn destpêkirin, hê jî didome.
Çalakiya kon ya di bin pêşengtiya Navenda Civaka Demorkatîk a Kurd ya Viyanayê de tevî barîna berfê jî dom kir.
Di çalakiyê de dirûşmeyên ‘Artêşa Tirk ji Efrînê derkeve’ , ‘Terorîst Erdogan’ û ‘Bijî Piştevaniya Enternasyonal’ hatin berzkirin û belavokên bi zimanê Elmanî û Îngilîzî hatibûn amadekirin, hatin belavkirin. Tê payîn ku çalakiya kon wê heta roja Pêncşemê bidome.
ÎNGÎLTERE
Li bajarê Kîngston-ûpan-Hull yê Îngîltereyê li gara trenê ya “Hûll Paragon Interchange’ bi tevlîbûna sedan kesî çalakî hate lidarxistin. Kurdistaniyên ji çar parçeyên Kurdistanê jî beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de dirûşmeyên dilsoziya bi berxwedana Efrînê re hate berzkirin û bêdengiya dewletan hate protestokirin.