Li YE’ê rêjeya betaliyê kêm bejî paşde çûye

Li YE’ê rêjeya betaliyê kêm bejî paşde çûye

Saziya Îstatîstîkê ya Yekitiya Ewropayê, diyar kir ku di meha hezîranê de rêjeya betaliyê ya 27 welatên YE’yê bi 26 mîlyon 424 hezar kesî re jis edî 10.9 e. Bi vî awayî li gorî meha Gulanê hejmara betaliyê 32 hezar kêm bûye û li seranserê YE’yê ji sedî 10.9 paşde çûye.

Li Herêma Euro ya ku 17 welat tevli bûne jî hejmara betaliyê bi 24 hezar ketinî re 19 mîlyon 266 hezar kes paşve çû. Di meha gulanê de sedî 12.1 rêjeya betaliyê didome.

Hejmara betaliyê ya li seranê YE’yê li gorî meha hezîranê ya sala borî mîlyonek û 80 hezar zêde bû û li herêma Euro de jî mîlyonek û 129 hezar zêdebûnek çêbûye.

Nokteyeke din ya daneyên Eurostat jî ev bû ku di nava welatên endam de rêjeya betaliyê gelek cudaye. Li gorî vê rêjeya betaliyê bi ji sedî 4.6 Avusturya, ji sedî 5,4 Almanya û ji sedî 5.7 Luksemburg cih digire.

Yewnanîstan ku hêj ji krîza aborî derneketiye jî ji sedî 26,9 bi rêjeya betaliyê re xelqeya herî qel ava dike û Spanya jî sedî 26,3 dişopîne.

Her wiha li Ewropayê hê jî di navbera ciwanan de yên temenê wan di bin 25’an de betalî pir zêde didome.