Li Xîzanê gel destûr neda HES'ê

Li Xîzanê gel destûr neda HES'ê

Li gundê Şon ê Xîzanê, ji bo çêkirina HES'ê rayedarên kargehê, endezyar û leşker hatin gund, lê ji ber rastî berxwedana gel hatin, neçar man gund biterikînin.

Ji bo xebatên çêkirina Santrala Hîdro Elektrîk (HES) a li ser çemê gundê Şon ê navçeya Bedlîs Xîzanê, endezyar, karker û leşkerên hatin gund, li ser nerazîbûna gel neçar man gund biterikînin.

Şêniyên gund dan xuyakirin ku bi HES a were avakirin re wê bi hezaran darên gûzan, dehlên sêv û hirmiyan û zeviyên wan ji holê bên rakirin û nerazîbûn nîşanî leşkeran û rayedarên fîrmayê yên bi maşînên zirxî hatin, dan.

Rayedarên fîrmayê yên li berxwedana gundiyan rast hatin, piştî ku encamek jê girtin, pêşniyara kar û pere li gundiyan kirin. Lê ev nêzîkatiya rayedaran rastî hêrsa gel hat. Li ser sekna biryardar a şêniyên herêmê, rayedarên fîrmayê û leşker neçar man ji gund derkevin. Gundiyan diyar kirin ku ew ê nehêlin darên ku yekane çavkaniya debara wan e ji holê bên rakirin û destûrê nedin ku malên wan di binê avê de bên hiştin.